Kayıtlar

QERSA DELAL!

Resim
QERSA DELAL! Qersa delal birîndarî, li rewşa xwe bipirse. Doza xwe bibe xwedî, ji dijminan netirse Ronî û zelal wek avê, ji doza te xuya ye Li herema serhedê, li ser lat û çiya ye Qers ne cîhê romaye, çima li ser te dilîzin War û axa kurda ye, çavê wan lê bidizin Qers bihuşte tu zanî, ji hizba xwe tu mayî Kek Ayhan pehlewanî, li kurdîstan xuyayî Gel ji bo te li meşe, bi êş û dil birîne Derd û kula dinoşe, melûl û xem civîne Birîna te pir girane yekîtî ji tere dixwaze Lewma dikin ziyane, dijmin wisa dixwaze Law û keçên te girtin, hikumdar û sitemkar Birin zîndan pijandin, hin bindest û hin berdar Bese di xew bimîne, wek gernasa xuya be Tola Qersê em hilîne, bi rengê lat û çiya be. S, mêrdînî 01.10.20

ÇAV ŞÎNÊ

Resim
ÇAV ŞÎNÊ! Çav şînê  ji mêrdînê  Bû dara eşq û evînê  Bê te jîyan çê  nabe Bi hevre ava kin jînê Wek şekirek şêrîne Giran wekî wê nîne Ne zîv w ne zêrîne Dil ji xwere direvîne Ez mem û tu jî zînî Tu eşqa dilê mêrdînî Awirên te ez kuştim Hinav li min dihelînî Li biyanîyê bê parim Bi derd û kul û jarim Bê mecal û bê çarim Ez bêcîh û bê warim  Çav şînê bû wek zînê  Tim bê kêf, dike şînê  Koç berî bû para me Biyanî zore wek liçînê Rojek herin warê xwe Tevlî dost û yarê xwe Ava bikin gundê xwe Jîyanî bi çavşîna xwe S Mêrdînî 30.05.2020

ŞENGAL!

Resim
ŞENGAL! Şengal warê êzîdxane Gerdûn hemû jî zane Cîh bingeha kurdane Xwedayê jor ew dane Her tim ewê bimînin Dîrokê wan bixwînin Heya hebe ev cîhan Jîr û jîn wê bimînin Qewmek ji mêj paqije Dîrok pir kevn dirêje Zulm û talan nekir ne Gerdûn ji bo çi nabêje Find û çira şewq dida Li gerdûnê jîn dida Ne hesûdin ne bi kîn Bowan heye yek xweda Xweda daye wan ev jîn Bi rehma wî ew dijîn Yezdan sebir daye wan Lewma ew bûne bi vîn Ew qençî xwazê gelane Ne dijî tu kesane Sembolin ji bo azadiyê Ew jî bendê xweda ne S,mêrdînî, 06.08.19

EVÎN KETIM!

Resim
EVÎN KETIM! Evîn ketim tayek sare Dil pirtî bû min heware Agir û pêt ji dil difûre Awirên te ez kirim hare Evîn derbas bû b'meşî Silav dida hûrik d'meşî Sêvên ji du lêvan weşî L' hev badam rîs û teşî Xumîn zimîn bi wê diket Car geş dibû car vêdiket Dil û cerg kirî ye du qet Ruh çû ji nava laş derket Bê destûr dil ji min birî Ez bi tenê, hiştim li virî Min go delala dil kevirî Bê deng bide min awirî Bûm girtîyê gula baxan Bê ser û bê hewş û xan Dil bisot wek arê dojeh Rojên bête bi qîr û fîxan S,mêrdînî, 05.10.20

LO LO KEKO!

Resim
LO LO KEKO! Lo lo keko, xuşk û bira Ka em herin rex hogira Tev keç û xort û siwara Find û çira li gel xwera Dil û cerg sotin ji agira Di nava devên çar gura Pişt şikestî ye di nêvîra Ji destê barbar û sîxûra Heçê xayîn, tev neyara Yên her dost û dest bira Ew tev kom bûne li vira Agir ber dane  her  dera Silav bi kenê wek şekir Jinav gel xwe dûr nekir Dema şorên tatî yê kir Şewat, agir tev hev kir Ka dostanî û ka xatir Bizar xweş, û dil kevir Xweş mêvanî bi hatir Ji dilan ar û pêt rakir S,mêrdînî 07,10,20

DÎSA DIJMIN!

Resim
DÎSA DIJMIN! Dîsa dijmin û hovên har Li ser me kirin bare bar J'zilma xwe nayên xwar Ser pişta me danîn bar Derdora me bû sotebar Dişewite daristan û dar Kujer bûne hov û neyar Winda kir kesên bêçar Deng tê bi hewar û girî Kal û pîr, bi lava û bilorî Dest ve kir ne ber bi jorî Hêsir wek xunava dibarî Keç, xort dinya hejand Dilê dijmina tev dirand Kiryar li dinyê weşand Çav li dijminan tirsand Hatin ew kesên evîndar  Dest bi hevre dost û yar Sozdan bi gernasê zinar Derxin ew kesên gemar. S, mêrdînî, 27.09.20

ARÎN!

Resim
ARÎN !... Keça kurda arîn mîrkan Tu dermanî ji her tiştan Te şer kir ji bo niştîman Tev gernas û qehreman Ceng û şerê te li kobanê Tu bû rûmeta kurdîstanê  Dijmin ber te serî danîn Dîrok û senbola cîhanê Serê kanîyê tev kobanê Bûye kelha berxedanê Li qamişlok û li efrînê Şewq û geşa gulîstanê Silav û rêz ji bo mîrkane Tu hogira egîd û şêrane Tirs û xof xist dilê çetane Bûye dengî li nav cîhane Şerkir li qad û meydanê Ji bo kurd û Kurdîstanê Keça kurda tev hevalan Arîn şehîd bû li kobanê S Mêrdînî 08.10.2014 ------------------------------------------