DÎSA DIJMIN!
DÎSA DIJMIN!
Dîsa dijmin û hovên har
Li ser me kirin bare bar
J'zilma xwe nayên xwar
Ser pişta me danîn bar
Derdora me bû sotebar
Dişewite daristan û dar
Kujer bûne hov û neyar
Winda kir kesên bêçar
Deng tê bi hewar û girî
Kal û pîr, bi lava û bilorî
Dest ve kir ne ber bi jorî
Hêsir wek xunava dibarî
Keç, xort dinya hejand
Dilê dijmina tev dirand
Kiryar li dinyê weşand
Çav li dijminan tirsand
Hatin ew kesên evîndar
Dest bi hevre dost û yar
Sozdan bi gernasê zinar
Derxin ew kesên gemar.
S, mêrdînî, 27.09.20
Yorumlar
Yorum Gönder