ARÎN!





ARÎN !...

Keça kurda arîn mîrkan
Tu dermanî ji her tiştan
Te şer kir ji bo niştîman
Tev gernas û qehreman

Ceng û şerê te li kobanê
Tu bû rûmeta kurdîstanê 
Dijmin ber te serî danîn
Dîrok û senbola cîhanê

Serê kanîyê tev kobanê
Bûye kelha berxedanê
Li qamişlok û li efrînê
Şewq û geşa gulîstanê

Silav û rêz ji bo mîrkane
Tu hogira egîd û şêrane
Tirs û xof xist dilê çetane
Bûye dengî li nav cîhane

Şerkir li qad û meydanê
Ji bo kurd û Kurdîstanê
Keça kurda tev hevalan
Arîn şehîd bû li kobanê

S Mêrdînî 08.10.2014

------------------------------------------

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN