ÇAV ŞÎNÊ





ÇAV ŞÎNÊ!


Çav şînê  ji mêrdînê 

Bû dara eşq û evînê 

Bê te jîyan çê  nabe

Bi hevre ava kin jînê


Wek şekirek şêrîne

Giran wekî wê nîne

Ne zîv w ne zêrîne

Dil ji xwere direvîne


Ez mem û tu jî zînî

Tu eşqa dilê mêrdînî

Awirên te ez kuştim

Hinav li min dihelînî


Li biyanîyê bê parim

Bi derd û kul û jarim

Bê mecal û bê çarim

Ez bêcîh û bê warim 


Çav şînê bû wek zînê 

Tim bê kêf, dike şînê 

Koç berî bû para me

Biyanî zore wek liçînê


Rojek herin warê xwe

Tevlî dost û yarê xwe

Ava bikin gundê xwe

Jîyanî bi çavşîna xwe


S Mêrdînî 30.05.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN