LO LO KEKO!
LO LO KEKO!
Lo lo keko, xuşk û bira
Ka em herin rex hogira
Tev keç û xort û siwara
Find û çira li gel xwera
Dil û cerg sotin ji agira
Di nava devên çar gura
Pişt şikestî ye di nêvîra
Ji destê barbar û sîxûra
Heçê xayîn, tev neyara
Yên her dost û dest bira
Ew tev kom bûne li vira
Agir ber dane her dera
Silav bi kenê wek şekir
Jinav gel xwe dûr nekir
Dema şorên tatî yê kir
Şewat, agir tev hev kir
Ka dostanî û ka xatir
Bizar xweş, û dil kevir
Xweş mêvanî bi hatir
Ji dilan ar û pêt rakir
S,mêrdînî 07,10,20
Yorumlar
Yorum Gönder