ŞENGAL!
ŞENGAL!
Şengal warê êzîdxane
Gerdûn hemû jî zane
Cîh bingeha kurdane
Xwedayê jor ew dane
Her tim ewê bimînin
Dîrokê wan bixwînin
Heya hebe ev cîhan
Jîr û jîn wê bimînin
Qewmek ji mêj paqije
Dîrok pir kevn dirêje
Zulm û talan nekir ne
Gerdûn ji bo çi nabêje
Find û çira şewq dida
Li gerdûnê jîn dida
Ne hesûdin ne bi kîn
Bowan heye yek xweda
Xweda daye wan ev jîn
Bi rehma wî ew dijîn
Yezdan sebir daye wan
Lewma ew bûne bi vîn
Ew qençî xwazê gelane
Ne dijî tu kesane
Sembolin ji bo azadiyê
Ew jî bendê xweda ne
S,mêrdînî, 06.08.19
Yorumlar
Yorum Gönder