QERSA DELAL!



QERSA DELAL!


Qersa delal birîndarî,

li rewşa xwe bipirse.

Doza xwe bibe xwedî,

ji dijminan netirse


Ronî û zelal wek avê,

ji doza te xuya ye

Li herema serhedê,

li ser lat û çiya ye


Qers ne cîhê romaye,

çima li ser te dilîzin

War û axa kurda ye,

çavê wan lê bidizin


Qers bihuşte tu zanî,

ji hizba xwe tu mayî

Kek Ayhan pehlewanî,

li kurdîstan xuyayî


Gel ji bo te li meşe,

bi êş û dil birîne

Derd û kula dinoşe,

melûl û xem civîne


Birîna te pir girane

yekîtî ji tere dixwaze

Lewma dikin ziyane,

dijmin wisa dixwaze


Law û keçên te girtin,

hikumdar û sitemkar

Birin zîndan pijandin,

hin bindest û hin berdar


Bese di xew bimîne,

wek gernasa xuya be

Tola Qersê em hilîne,

bi rengê lat û çiya be.


S, mêrdînî 01.10.20

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN