EVÎN KETIM!
EVÎN KETIM!
Evîn ketim tayek sare
Dil pirtî bû min heware
Agir û pêt ji dil difûre
Awirên te ez kirim hare
Evîn derbas bû b'meşî
Silav dida hûrik d'meşî
Sêvên ji du lêvan weşî
L' hev badam rîs û teşî
Xumîn zimîn bi wê diket
Car geş dibû car vêdiket
Dil û cerg kirî ye du qet
Ruh çû ji nava laş derket
Bê destûr dil ji min birî
Ez bi tenê, hiştim li virî
Min go delala dil kevirî
Bê deng bide min awirî
Bûm girtîyê gula baxan
Bê ser û bê hewş û xan
Dil bisot wek arê dojeh
Rojên bête bi qîr û fîxan
S,mêrdînî, 05.10.20
Yorumlar
Yorum Gönder