Kayıtlar

WAWÎK Û ROVÎ

Resim
WAWÎK Û ROVÎ Wawîk û rovî der kevin ji war Me nabê bin dest ji bona neyar Nokerê çepgîr ew tim l'ser kar Bi me dilîzin her wekî her car Li gel zordara ez navêjim gav Qet dersê nagirin ji kal û ji bav Bi xap û fêla dijmin hemû gav Ji ewrên tarî qet çênabe tav  Divêt em nas bikin dost û neyarî Gijlok û zîpik ka, ji ku ve dibarî Pişt girê nedin ji bo kesên tarî Bo me dibin ew dûpişk û marî Ew kesên xwe firoş li gel neyare Dijî gelê xwe wek kurmê dare Hefsar di serî dijmin lê siware Hember dîlberê ew gurê hare Sîxorên navdar bi xefî lê dixe Ji bona dijmin çir an pê dixe Bi gur re dikuje gel şivan dixwe Ew zik dide ber pê dine pixe. Seyda Mêrdîn 24.03.2022

ÇÛM MÊRDÎN Ê!

Resim
ÇÛM MÊRDÎN Ê ...! Çûm Mêrdînê şarê kevin yê derfet hebe jê direvin Rovî û kawik gel neyarin herdû reşin tarî ya şevin Li Mêrdînê lîstikên tarî neyar û noker hev karin  Li gunda jîyan kirin tarî tev hevin ew koremarin Noker û sîxorên zordarî ji bo wan heye hev karî Wan dest û pê li cihê tarî kêşan qirêje kesek nikarî Seyê şivan hevalên gure şivan li gel diz dizî vire Yek gemar ê din qirêjtire cehş û hov wan xirabtire S Mêrdînî 28.03.2022

BI GORÎ ME!

Resim
Bİ GORÎ ME! Tu bi nirx û bi rûmetî, li birc û dîwana min. Li ser sîpanê xelatê, hildaye dildara min. Li ser çîyayê qerejdax, li Amed paytexta min. Li meydana şêxê kal, keskesor zer xana min. Li mahabat bi xêr hatî, Li qada çar çira min. Li Hewlêrê deng daye, narîn û nazdara min. Çiyayê kurmênc li dare, li zaxokê dildara min. Li koban heta qamişlo, li ser kela mêrdîna min. Li ûdî û cizîr liber baye, Li şaneşîn û birca min. Li dîwana mîr nav daye, bi gorî me ey cana min. S Mêrdînî 04.01.2022

EY FELEKÊ!

Resim
EY FELEKÊ! Ey felekê ey dinyayê, Taqet hew tê te nedayê. Bi nezanî çûme hebayê, Zulma li me dawî nayê. Kevneşopê me nemaye, Ne stran li dîwana maye. Ne pale û mêvan maye, Ne şivan û gavan maye. Kêf û xweşî ji bo mîran, Ji bo maldar û wezîran. Beg û axa ta zengînan, Êş û elem ji bo feqîran. Jiber wê ye min heware, Min fîxan û qêrîn û zare. Zordar timî dest bi dare, Li mazlûma zulm dibare. Feleka xayîn bê wefaye, Tîrek dijwar dilê'm daye. Cerg û hinav birîn maye, Ev ne mafe û ne rewaye. Felek çima li me bi kîne, Ji dil diçe wek şet xwîne. Min û dîlber jînek hebû, Hawir dora ew mînakbû. Ligel zarokan evîn hebû, Xewn û xeyalê me hebû. Ew xeyal firî çû ezmanî. Li welat mame perîşanî. Bûm sewî ye mal wêranî, Qîr û hewara'm diçe banî. Birîn kûre ji derbê çekan, Bi xemgînî ez van yekan. Hêsir ji çav nabe sekan, Wek kanîya bûye mekan. Erê felek zordar bi qestî, Çek û qirme timî di destî. Bi stemkarî bivî helwestî, Karê zulmê gîyaye hestî. Xwedê kesê sîxor dizane, Destek bişûr yêdin qûra

EFRÎNA BEDEW

EFRÎNA BEDEW. Yên ku te êşandin bila li her du cîhana rûyekî rihet nebînin, dê rû reş bibin efrîna bedew .... Bikene, bişirîne, bilîlîne da ku bi hezaran gul li rûyê te bibişkivin. Baxê gul û kulîlkan, evînê ji koma gula, berhev bike. Dê gul di kêf û evînê de bibişkivin efrîna delal .... Ger gul bûkik bide, dê evînê belav bike. Hûn bieşq lê binerin dê gul bi geş bibe. Bi geş bûna te, emê kêfxweş bibin, efrîna rengîn .... S Mêrdînî 09.02.2022

EFRÎN!

Resim
EFRÎN ...! Hêlek deşt û yek zozane Şivan bi coşe bilûrvane Colê mîha û pez reşane Xwe berdaye ser danane Bara bara kar û berxane Çinge çinga silê bêrîvane Şîr didoşin jîn didin jiyane Pêre difirin teyr li ezmane Efrîn bi ax û bi lata sore Xwe hil dide ber bi jore Deng dide li hawir dore Kela li ser dê bi bandore Koşk û eywan şaneşîne Zevî ji kûlîlka dixemlîne Xweş xuyaye wekî here Ka binêrin çi qas şêrîne Deşta amûkê cihek dûze Darê zeytûna serde qûze Em temaşekin li bedewê Bi hinar û zeytûn û gûze Çîyayê kurmênc gelî kûre Her tim lê tê bayê kûrre Jiyana wê gelekî xweşbû Warê pîroz bi xem û zûre Seyda Mêrdînî                 11.02.2022

YARÊ NABE!

Resim
YARÊ NABE! Bejina yarê ji spîn darê Zar hingivê gundê darê Êdî bes e te ez kuştim Bi vê totêl û xemxwerê Nabe nabe yar ê nabe Eşq û vîna te jibîr nabe Yarê derket ji mêrdînê Ez jibîr nakim te şêrînê Parsûyê min şikestîne Kes tuneye bicerbirînê Nabe nabe yar ê nabe Eşq û vîna te jibîr nabe Rindê derket ji nisêbînê Ji bîr nakim xemrevînê Dil û hinav tev bisotin Kes tuneye wan bitefînê Nabe nabe yar ê nabe Eşq û vîna te jibîr nabe Seyda Mêrdînî                11.02.2022