EY FELEKÊ!



EY FELEKÊ!


Ey felekê ey dinyayê,

Taqet hew tê te nedayê.


Bi nezanî çûme hebayê,

Zulma li me dawî nayê.


Kevneşopê me nemaye,

Ne stran li dîwana maye.


Ne pale û mêvan maye,

Ne şivan û gavan maye.


Kêf û xweşî ji bo mîran,

Ji bo maldar û wezîran.


Beg û axa ta zengînan,

Êş û elem ji bo feqîran.


Jiber wê ye min heware,

Min fîxan û qêrîn û zare.


Zordar timî dest bi dare,

Li mazlûma zulm dibare.


Feleka xayîn bê wefaye,

Tîrek dijwar dilê'm daye.


Cerg û hinav birîn maye,

Ev ne mafe û ne rewaye.


Felek çima li me bi kîne,

Ji dil diçe wek şet xwîne.


Min û dîlber jînek hebû,

Hawir dora ew mînakbû.


Ligel zarokan evîn hebû,

Xewn û xeyalê me hebû.


Ew xeyal firî çû ezmanî.

Li welat mame perîşanî.


Bûm sewî ye mal wêranî,

Qîr û hewara'm diçe banî.


Birîn kûre ji derbê çekan,

Bi xemgînî ez van yekan.


Hêsir ji çav nabe sekan,

Wek kanîya bûye mekan.


Erê felek zordar bi qestî,

Çek û qirme timî di destî.


Bi stemkarî bivî helwestî,

Karê zulmê gîyaye hestî.


Xwedê kesê sîxor dizane,

Destek bişûr yêdin qûrane.


Dibistan kirine cîhên xirab,

Bi vî rengî kurd didin ezab.


Ji bo têkçûnê hêz çêkirin,

Dara bi kurm ji me çêkirin.


Dar dixwin ew dar dibirin,

Dibistanê me tev korkirin.


Seyda Mêrdînî 17.01.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL