EFRÎNA BEDEW
EFRÎNA BEDEW.
Yên ku te êşandin
bila li her du cîhana
rûyekî rihet nebînin,
dê rû reş bibin
efrîna bedew ....
Bikene, bişirîne,
bilîlîne da ku bi
hezaran gul li rûyê
te bibişkivin.
Baxê gul û kulîlkan,
evînê ji koma gula,
berhev bike.
Dê gul di kêf û evînê
de bibişkivin efrîna
delal ....
Ger gul bûkik bide,
dê evînê belav bike.
Hûn bieşq lê binerin
dê gul bi geş bibe.
Bi geş bûna te,
emê kêfxweş bibin,
efrîna rengîn ....
S Mêrdînî 09.02.2022
Yorumlar
Yorum Gönder