ÇÛM MÊRDÎN Ê!
ÇÛM MÊRDÎN Ê ...!
Çûm Mêrdînê şarê kevin
yê derfet hebe jê direvin
Rovî û kawik gel neyarin
herdû reşin tarî ya şevin
Li Mêrdînê lîstikên tarî
neyar û noker hev karin
Li gunda jîyan kirin tarî
tev hevin ew koremarin
Noker û sîxorên zordarî
ji bo wan heye hev karî
Wan dest û pê li cihê tarî
kêşan qirêje kesek nikarî
Seyê şivan hevalên gure
şivan li gel diz dizî vire
Yek gemar ê din qirêjtire
cehş û hov wan xirabtire
S Mêrdînî 28.03.2022
Yorumlar
Yorum Gönder