BI GORÎ ME!



Bİ GORÎ ME!


Tu bi nirx û bi rûmetî,

li birc û dîwana min.

Li ser sîpanê xelatê,

hildaye dildara min.


Li ser çîyayê qerejdax,

li Amed paytexta min.

Li meydana şêxê kal,

keskesor zer xana min.


Li mahabat bi xêr hatî,

Li qada çar çira min.

Li Hewlêrê deng daye,

narîn û nazdara min.


Çiyayê kurmênc li dare,

li zaxokê dildara min.

Li koban heta qamişlo,

li ser kela mêrdîna min.


Li ûdî û cizîr liber baye,

Li şaneşîn û birca min.

Li dîwana mîr nav daye,

bi gorî me ey cana min.


S Mêrdînî 04.01.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL