YARÊ NABE!



YARÊ NABE!


Bejina yarê ji spîn darê

Zar hingivê gundê darê

Êdî bes e te ez kuştim

Bi vê totêl û xemxwerê


Nabe nabe yar ê nabe

Eşq û vîna te jibîr nabe


Yarê derket ji mêrdînê

Ez jibîr nakim te şêrînê

Parsûyê min şikestîne

Kes tuneye bicerbirînê


Nabe nabe yar ê nabe

Eşq û vîna te jibîr nabe


Rindê derket ji nisêbînê

Ji bîr nakim xemrevînê

Dil û hinav tev bisotin

Kes tuneye wan bitefînê


Nabe nabe yar ê nabe

Eşq û vîna te jibîr nabe


Seyda Mêrdînî

               11.02.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL