WAWÎK Û ROVÎ




WAWÎK Û ROVÎ


Wawîk û rovî der kevin ji war

Me nabê bin dest ji bona neyar


Nokerê çepgîr ew tim l'ser kar

Bi me dilîzin her wekî her car


Li gel zordara ez navêjim gav

Qet dersê nagirin ji kal û ji bav


Bi xap û fêla dijmin hemû gav

Ji ewrên tarî qet çênabe tav 


Divêt em nas bikin dost û neyarî

Gijlok û zîpik ka, ji ku ve dibarî


Pişt girê nedin ji bo kesên tarî

Bo me dibin ew dûpişk û marî


Ew kesên xwe firoş li gel neyare

Dijî gelê xwe wek kurmê dare


Hefsar di serî dijmin lê siware

Hember dîlberê ew gurê hare


Sîxorên navdar bi xefî lê dixe

Ji bona dijmin çir an pê dixe


Bi gur re dikuje gel şivan dixwe

Ew zik dide ber pê dine pixe.


Seyda Mêrdîn 24.03.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL