EFRÎN!
EFRÎN ...!
Hêlek deşt û yek zozane
Şivan bi coşe bilûrvane
Colê mîha û pez reşane
Xwe berdaye ser danane
Bara bara kar û berxane
Çinge çinga silê bêrîvane
Şîr didoşin jîn didin jiyane
Pêre difirin teyr li ezmane
Efrîn bi ax û bi lata sore
Xwe hil dide ber bi jore
Deng dide li hawir dore
Kela li ser dê bi bandore
Koşk û eywan şaneşîne
Zevî ji kûlîlka dixemlîne
Xweş xuyaye wekî here
Ka binêrin çi qas şêrîne
Deşta amûkê cihek dûze
Darê zeytûna serde qûze
Em temaşekin li bedewê
Bi hinar û zeytûn û gûze
Çîyayê kurmênc gelî kûre
Her tim lê tê bayê kûrre
Jiyana wê gelekî xweşbû
Warê pîroz bi xem û zûre
Seyda Mêrdînî
11.02.2022
Yorumlar
Yorum Gönder