Kayıtlar

DELALÊ.

Resim
DELALÊ Nav delalê Çav xezalê Dem hevalê Can li balê Bo te har im  Serte gêj im Tim dibêj im  Kahr xezalê Bejn sipînge Bêhna pûnge Li ser  sînge Ez li balê  Sîng ji geştê  Bax bihuştê  Lêv niviştê  Ruh li balê  L'min bû şev Li dû nekev Ez li ber çav Tim li balê  Ez helîya me Ber pêla me Ez b'xula me Bejn û balê  Bê hedan im Mal wêran im Dil perwan im Ennî bi deqê Seyda Mêrdînî 24//01//2020

Dilber

DÎLBER. Dîlber dûr ketina ji te, ez har û dîn kirim.  Eşq û evîna te, dil bi ar û bizot kirim. Ez ji bona te, ava kanîya, bi jîn im. Dîlber tu carekê, min bike, mêvanê xwe. Ezê te bi ronahî kim, ji bo çavên xwe. An jî ezê te, bi gerden kim, li ser laşê xwe. Dîlber ger tu bixwazî ezê sîng û beran ji tere bikim, paşîv û porên herîrî, yên bi kezî, li der dor ê, dorbend kim. Bi deng û sewt û awaz kim. Stranan, di guhê te de, bi deng kim. dîlber bi deng kim. Seyda Mêrdînî 13.01.2022

ŞEVA REŞ DE.

Resim
ŞEVA REŞ DE. Di tarî ya şeva reş de, ez çir û finda bi geşim. Laş tevde bûye agirpij, ez bi carekê vêketim. Min nema sebr û mecal, ez bi derd û kulê welatim. Evîn welat mixabin jiber, bi hov û sîxora da ketim.  Ji ber teva bûme koçber, him penaber û mişextim. Ey qirêj xayînên bêrûmet, bo te em û ez bê taqetim. Ger ku tu pirsê ji min bikî, ez tim bi xewn û xeyalim. Şev û roj ji bo te dinalim, tim bi axîn û bi keserim. Ez bilbil im li ser gulim ji bo niştîman dixwînim. Li welatê min kurdistan, ji dost û yara dûr ketim. Li gel dîlber tim dinalim, ez zirav bûm wek hîlalim Mil û baskê min şikestî, dinalim ez bê çarim. Di hêtûna eşqa derbasî, min got qe ez dîlberim. Talîya temenê xwe da, bi qeyd û bê dewletim. S Mêrdînî 11/01/2020

DAYÊ

Resim
DAYÊ. Dayê çiya pir bilind e, tev bi xwînê bûye sor. Xwînê daye serê çiyan,  teht û lat jê bûye sor. Dayê dil bi ar û bizote,  xwîn û elem hawir dor. Bimbe ji jor têne xwar, berf ji xwînê bûye sor. Dayê çi dojeh û ç'pête xwîn û agir der û dor Weke çiya yê ararate gelîyê zîlan jê bibû sor Car dêrsim û mihabat piştre helebçe hate dor Ew sê darên li paytext amed ji xwînê bibû sor  Dayê bi kîmya û şewat,  hêlek kujer û xwîna sor. Dayik bi qêrîn û heware,  ji qîr û girî çav kirin kor. Dayê kuç û kevir digirî, tîgris û firat bûye sor. Hin kuştî û hin birîndar,  bi kom em xistine gor. Ya xweda yê dilovan, dibînî tewşa me li jor. Ev komkujîya roboskî,  li me gelekî bûye zor. S Mêrdînî 26.12.2019

EVÎNÊ CELADIN

Resim
EVÎN Ê CELADIN Li biyanîyê dipirsim, çiqas zor û zehmete. Bê niştîman ditirsim, wek ecêb û sosrete. Dil û cerg bi xeterin, nabe car car lê çare. Li evîna xwe digerin, wek cazîba cercere. Kurdî hiştine li welat, ew zarê xweyî kûbar. Gava ku b'kar neynin, wekî li min didin dar. Kurdê meyî pênûs şûr, jibo kurdî bûne çavkor. Ew eşq û evî ê celadin, kurdî bi wan tehl û şor. Navê wî jî rewşen bîre, kurtan li piştê kerê pîr. Ziman asîmle û biyanî, bo wî wek şerbet û şîr. Şerm û eybek giran e, dema rastîyê nabînin, Tu bipirsî wek bilbilin, bi zarê xwe naxwînin. S Mêrdînî 11/01/2022

GELEK ŞÊRÎNE NAVÊ TE!

Resim
GELEK           ŞÊRÎNE                     NAVÊ TE! Çiya û zozan, deştê te Tev zevî û mêrgên te Diçêrim wek berxê te Gelek şêrîne navê te Li daristan û çolê te Ser kat, lat û zinarên te Dilîzim wek xezalê te Gelek şêrîne navê te Rex çem û robarê te L' ser birk û kanîyên te Ez berê dar û dehlê te Gelek şêrîne navê te Dinav werz û baxê te  Şitl û lem û katên te Sincim lidor baxçê te Gelek şêrîne navê te Diger im li çiyayên te  Li xayîn û dijminên te  Ez nêçîr dikim ji bo te Gelek şêrîne navê te Ser birc û kelhayê te Di kozk û çeperên te  Nobet digirim ji bo te Gelek şêrîne navê te Dor gund û bajarê te Şoreş gerim di rêya te Ez can gorî me ji bo te Gelek şêrîne navê te S mêrdînî, 11,06,2020

ŞENGALE !

Resim
ŞENGALE ! Gul gula min şengale  Warê   zerdeştê  kale Çi  warekî  pir  xweşe  Bome kurda ew male Wargeha min êzîdxane Wê  gelek şehîd  dane Dinya  alem  tev  zane Şengalre tine dermane  Bibin yek û bi hêz bin Ne kîn û bi şewat bin Em timî bi hev re bin Bi civîn û tev  ger bin Şengalê em qet nedin Ji destê xwe bernedin  Ber  siva  hovan  bidin Çerxê  li  dijmin  badin Şengal  bi xwe  dayike Hem  xaltîk  û  metike  Kurdo şengal bîr neke Seyda xwe bi gorî dike S Mêrdînî  05.08.2019