Kayıtlar

XWEZÎ BI KURDÎ.

Resim
XWEZÎ BI KURDÎ.! Dê bêjin xwezî b'kurdî,   li kom û civatan fedî. Dema we jî bixwenda,  me bidîta ji we merdî. Nexwendî bi kurdî bira,  dil da bûn zarê gura. Ger we bi kurdî lêkira,  dê bibana find û çira. We zimanê kurd jêkirî, ziman xist devê gurî. Ma xayîntî çiye weylo,  kero ma tu lê nafikirî. Kujer kir netewa xwe,  şer kir li hemberî xwe. Ax û xwelî, arî û pisî, we avêt ser serê xwe. Pênûsa we wekî şûr, şûrekî hibir bi xwîn. Li dijî zimanê kurdî,  milda hovên gur hebîn. Ne pêwîste pir bêjim, em nabin dost û bira. Li hember netewa kurd,  hûn bûn hevalên gura. S Mêrdînî 13.10.2021
Lİ MÊRDÎN.. Li mêrdîn, li warê minî kevnar, sibehek bê deng ji xew rabûm min xewnek, xeyalek, axînek û sîberek ji dara mazî hiştim li derîyê meşkîna di nav hilm û bêhna bajêr de, xewna min di xew de ma xeyalê min li derîyê meşkîna ma axîna min li ber perê ezmana rûniştî ma sîberka mina ji dara mazî bi şilf û berên bajarê kevnar ve girêdayî ma, tev li bendî minin ku dê ez li wan sîberkan  vegerim û vegerim ...! S,M.16.12.2019
DEMSALA BIHARÊ Her ku demsala biharê de dar û kulîlkên cur bi cur têne, gul û beybûn, rihan û nêrgiz bêhna xweş dide xwezaya pîroz û xwe dixemlînin. Payîzê kirasên xwe li bejna demsala biharê dikir bi qehr û bi kîn, pel bi pel diweşand, lê bihar bi xemgînî û bi neçarî temaşe dikir, qet xwe ne lerizand. Di elenda (şeveqa) sibehê rojek xweş û geş li ezmana keskesorek reng bi reng tijî bû mizgîniya vejînek nû dida, lê belê ewrek tarî rik rikê li ezmana me xwe xûya kir şev hat ji derd û kul an ji jan û êşan her bûye para me, bi ronahîya heyvê me xwe hîn dikir, lê ez nizan im çima î şev heyvê jî xwe veşart û çirûskên stêrkan xwe tev tefandin li me bû şevek tarî.! S Mêrdînî 15.08.2020

HÊLEK JI HÊLÊN!

Resim
HÊLEK JI HÊLÊN! Hêlek ji hêlên,           cîhê me kurdan. Şahîyek ne dîtî,           ji êş û derdan. Çolek bi kemîn,           top ser dibarî. Zinar û kevir,           tev di bûn arî. Top û hewana,           gumîn û zimîn. Jehra mirinê,           gaz li erdê rijîn. Derbên balefiran,           dikin qîj û fizînî. Seh nakin tu kes,           dengê qîr û girînî. Şev bûye tarî, sterk,           ji jor hatin xwar. Rê li me girtin,           neyarê xwîn xwar. Heçê nexweşxane,           tev tijî birîndar, Dengê dayikan tê,           bi qîr û bi hewar. S Mêrdînî 14.10.2021
Şevê din ku min xwe, li sînga te girt, helbesta xwe nivîsand, Welato .! Min cixarek xwe, ji tûtina xursê, ya herî hişk dikşînim, hilm bi hilm, ji min re tê gotin ku ez xwe bişewitînim, an jî pêlên xwe germ bikim, bi hisreta bêhna Welat. Helbest û çîrokên, ji awiran, li ser şaneşîna, daliqandî ye! Dilê te digirî ya, hemû xwestekên min, diparastin. Di elenda ber banga, sibehê ji bêdengiya me ra bûn. Ew dilê, bi girî û şikestî ku ez, xwediyê wî me. Ez evînê di nav destên te de, didim hev. Min dîwarên pola, ava kirin, bêhna te ji şev, sibehên wê hîşyar dibin, niha her hilmek, bêhnek, hisretek, evînek Welate. Hisreta min, li ser sînga te, ku ez himbêz kirim, û bêdeng mam .... S M 08.10.2021

YA REB TIRSA ME EW E.

Resim
YA REB TIRSA ME EW E. Kurd netewek feqîre,  Xwedayê min dizanî. Bin destê dagirkeran, winda bûne bi erzanî. Bê dewlet û bê sînor, bi zanistî neçûn pêş. Malik li me bû wêran, bû derd, bû aza û êş. Nebûne yek bûne hûr, birînê me bûne kûr. Em ji azadiyê birin dûr, kujer kirin em bi şûr. Sê netewên misilman,  şûr û mertal anîn kar. Kujer û bi darda kirin, em li hevdû kirin par. Ramanên me li axretê, ya Xwedayê îns û cîn. Ewan zalimên li cîhanê, li wir jî bin bi kerb û kîn. Ya Reb tirsa me ewe,  zalim li wir jî hebin. Li wir bibin dergevan, belaya serê me bin. Hêvi ya me ji yezdan, Rehmê bikî li kurdan. Li feqîr û jar û xizana, Bar li wan nekî giran. Ya Xweda yê dilovan, Çavê te li me heyran. Hiş û mejî yê me jîrke, Xwedîyê erd û ezman.  25.10.2020

DARÊ ŞIKESTÎ.

Resim
DARÊ ŞIKESTÎ. Ez bûme darê şikestî Bê mecal û helwestî Nav dost û yara qelsî Ez b'kovan û b'xemgîn Ez seydayê mêrdînim Ger yara xwe bibînim Dil û hinav bi xwînim Ez talîyê herim nisêbîn Felekê bi me ne kenê Bila dil qamişlo bibînê Dûv re herim mêrdînê Ji nûv derman kim birîn S Mêrdînî 15.10.2021