Kayıtlar

EZ AŞIQÊ WAN ÇAVÊN TE

Resim
EZ AŞIQÊ WAN                    ÇAVÊN TE  Ez aşiqê wan çavên te Dor pêç kirim awirên te Xelas nabim ji evîna te Bi rêve naçe jîyan bê te Peyvên te rind û şêrîne  Xweşî ji bona min tîne Nerînên wan çavê şîne Dil û cergê min d'helîne Zerî bes dilê'm bi êşîne Berê felek l'min bi kîne Dil û hinavê'm bi xwîne Haya kesî ji min nîne Tu tuneye ez qet nînim  Kenê lêvên xem revînim  Bi nutqên te dil birînim  Ji bo te ez har û dînim Penaberim dil jite dûre Êşa birîna min pirr kûre Hawir dor tev kirin sûre   Rê li minbû asê w stûre Di rêve de baran dibarê  Şil bûn giya û pelê darê Tev bûn bi xêr û bi berê  Jibo eşq û evîna te yarê S Mêrdînî 16,06.2020

ZIMANÊ KURDÎ

Resim
ZIMANÊ KURDΠ Zimanekî xweş û rinde Ez pê dibim ser bilinde Zimanê bav û kalê min Bi wate w dewlemende Ez netewek gelê kurdim Serfiraz û ser bilindim Dilê min tim şikestî ye Ez şanaz him dilşadim Ez bi kurdî hatim dinê Bi nivîs û bi xwendinê Ziman şêrîn hingivîne Nadim mal, mikê dinê Kurdî wek şîr û şerbete Bextewar tim bi rûmete Tu bi hebînî wek mileta Bê ziman tune dewlete Ziman xelasî ya meye Dê û bav, birayê meye Met, xaltîk, xwişka me  Him bapîr û kalê meye Kesê bi êş û jan û girî Bi ziman têne çareserî Zar û ziman dibe ronî Şewq û şemala vekirî Ev çi ecêbe dewra dinê Ger kes nemîne li dinê Nadim ez bi zarê dinê Ne bi peyv û axaftinê S. Mêrdînî, 11.09.20

XWELÎ LI SERIN!

Resim
XWELÎ LI SERIN 1 ...! Li mişextiyê dipirsim, Çiqas zor û zehmete. Bê niştîman ditirsim, Wek ecêb û sosrete. Dil bêgune û xeterin, Nabe car car lê çare. Li evîna xwe digerin, Wek cazîba cercere. 2 ...! Gelî xwedî dewletan Kanî dadmendî kanî Ereb û ecem û tûran Tev de tên vî zimanî Gurmîn teqîna topan Çû ye ezman û banî Sor bû erda niştîman Ji xwîna qehremanî 3 ...! Ji ber ku em nezanin Loma em bûn perîşan Li nav pençê sê guran Miletek bi derd û êşan Derman û çare xwendin Wek Cegerxwîn gotiye Bê zanyar û bê zanîn Cerg û hinav sohtiye 4 ...! Bi netewa xwe xayînî Malik li xwe dikî xera Bi zar û zimanê biyanî Xwar dikin find û çira Her xayîn xwelî li serin Dil hişkin wek kevira Ji kurdistanê xeyîdin Li gel dijmin bûne bira S Mêrdînî 17.06.2020

KURDINO!

Resim
KURDINO! Kurdino! rabe,  zeman tenge. Ar û pêt ketî, dil û cerge. Li ser welat, şer û cenge. Xebata we, tev bê denge. Hovana, em çilmisandin. Bi ol û pergal, em xapandin. Find û çira, me tefandin. Li bin zilmê,  em civandin. Ji te gazin, hemû kulfet. Hawir dor te, gel û millet. Nêrîna rewşa eyb û şerme. Ji ber wusa, em bê dewlet. Ger bi zimanê xwe bixwînin. Kurdewariyê, bi cîh bînin Ger tovê jînê, em biçînin Wekî xelkê, jînê bibînin. S mêrdînî 08.12.19

BELENGAZ KUŞTIN

Resim
BELENGAZ KUŞTIN Belengaz kuştin bi kerb û bikîn. Gelî û newal tijî bûn ji xwîn Ecêba wê kengî jibo me mizgîn. Divêt azad bim d'demek lezgîn Ji xeynî gelê kurd êsîr nemane Hezarên sala ser me fermane Derd û kulê me gelek girane  Birîn zehf kûr in nîne dermane Şêrên kurda tim nemir xuyane Mal zanîngehe ew lê gihane Ji mêj de ew mêrxas wehane  Bo welatê xwe ew can fedane Derya çavên wan ez pir dûr birim Wan di tarîya xwe da ez êsîr kirim  Lê neveger, wan bi derd û kul kirim Wan di eşqa xwe da ez zîndan kirim S mêrdînî 15.06.21

EZMÛNEK MIN DERBASKIR

Resim
EZMÛNEK MIN               DERBAS KIR  Çiqas pirin jibo min dost û yar  Heta ku ez bi dirav û bi dolar  Dibin dildar dûpişk, mişk û mar  Kedî bûn ew hirç û gurê har  Dema dîtin ji min sûde  Li mal hero w diro eyde Digotin merheba seyda  Dest maçî, ser eniyede  Tim digotin tu pir başî Tu ji bo me birakî başî Xeletîyê min ne digotin Îro evdalek mam lipaşî  Bi dev dost û bi dilsojin  Wek stêrk w hîv û rojin  Metik û xaltîk û amojin  Bi dil pêt û arê bi dojin Dema li min bûye tengî  Bi hawar û qîr û dengî  Ne dîtim dost bivî rengî  Jibo dirava bûne bengî Ez difikirim çawa çêbû Berê dostanî pir çêdibû Pelê dara'm tev weşîbû  Yan dostî tazî w birçîbû Çeng û perên xwe vekir Şûn warê xwe wêran kir Hal xweşîya xwe bi serda Min malik li xwe xera kir Hatenî min xwe nas kir Mal û milk tev winda kir Min xelas kir tarûmar kir Ezmûnek min derbaskir S Mêrdînî 15.06.21

BIRÎN JI MÊJ

Resim
BIRÎN JI MÊJ. Dikim qêrîn û zûr, zûre Delal gelek ji min dûre Laşê  min tev bi birîne Birîn ji mêj kevne kûre Birîn b'kêr û b'xencere Di pişta min rim û şûre Dijmin hawir kirye sûre Deng naçê gelekî dûre Delal zerya keskesore Rengê wê li erd û jore Girgire li ber guhê min Guh li min kirîye kerre Neyar û hov ligel heve Ez  û  delalê ketin teve Em xistin daf û kemîna Hebûn ji xwe birin teve Rojên xweş roja me bû Li me rêş û tarî kir bû  Pertal, dexl û danê me Talan kir û j'xwer birbû S, Mêrdînî. 11.06.21