DI GUL ZARA
DI GUL ZARA .... Di gul zara gerdûnê de Xweş, nerm û hêdî be Seyran bike li gerdûnê Wek gulê gul gulîn be Dilê xwe bik wek sosin Nazik û rind, nermik be Bi tevger, maqûl, giranî Ne dirrîne tim bi hiş be Mirovê zanyar û jîr bin Tim digel gelê xwe be Di gerdûn de xem revîn Di baxçê gulan evîn be Axaftina bi mirovê rind Wek ava kaniyê şêrîn be Bêje şikur îro dilşad im Avê hilde wek pênûs be S mêrdînî ....30/01/2021