DEST BAVÊJÊ
DEST BAVÊJÊ
Ta ji mêj de tu li biyanî
Kar û xebatên te kanî
Welat tev çû ber talanî
Dest bavêjê wê pênûsê
Tu pênûs ê bide xebat
Neyar birin birc û kelat
J dest te çû ax û welat
Tu êsîr maye li heremê
Seyda dil bi kul û biêşî
Rondik dibarînî bi kêşî
Pêş kêşê da her li pêşî
Xebat ke tu l'wê demê
Xebat ne kêmî tivinga
Xwedî rol a pir girînga
Seyda tu mîna pilinga
B'lez bigihîne meremê
Welatê min mal wêrano
Can bi desta tore vano
Ji bo welat şoreş vano
Girêdin em rext û tivingê
Helbest çêke l'ser welat
Pênûs bike kar û xebat
Bi civîn ke komên civat
Wan şîyarke li wê demê
Xebat bike wek kar kerî
Gel re bibe berpirsîyarî
Zar û zêç ji te hêvî darî
Avde tu dara wê mêwê
B'dil avde tu mêwa xwe
Pêş bibe tu xebatê xwe
Li zozan û welatê xwe
Hewara rebbê xwe emê
Sed salan qêrîn û gazî
Kurd ne bûne serfirazî
Şehîd dane zehf jî xazî
Em dijîn d'derd û xemê
Seyda tu zexm binivîsa
Derd û kulê kurdan dîsa
Guh nede tu qels û pîsa
Paş nemîn j kesê demê
S mêrdînî 23/01/18
Yorumlar
Yorum Gönder