EFRÎN
EFRÎN
Efrîn b'zeytûn û hinar
Baxê rezan bi hezar
Bi milyonan hene dar
Çem û kanî û rûbar
Deşt û zozan b'hewar
Îro jan û êşa wê li dar
Zar û zêç tev birîndar
Gulistan ligel zare zar
Birîna efrîn pir girane
Ji dest tirk û erebane
Efrîn tu xemgîn nebe
Kurd gişt em biterane
Qirêj gemar û mirdar
Dijmin dikin bare bar
Sîxûr û xayînê dilhişk
Wekî gur û hirç ê har
Sond bi xwedayê jorî
Çiyayê kurmênc û arî
Bi ala kesk, sor û zerî
Efrîn, gelê li te wegerî
S mêrdînî .... 20/01/20
Yorumlar
Yorum Gönder