GAZÎ Û HEWARE




GAZÎ Û HEWARE


Gazî û heware

Dilêmin bû are

Nema yî taqet

Sebr û hedare 


Lezû bez were

Destêmi bigire

Şeva  reş  tarî

Tu bibî j'xwere 


Dilê  xwe  veke

Xwere mêzeke 

Bilbil dixwîn in 

Xwere tu sehke


Tu pir şermo kî

Tim bi xeydo kî

Ji min dûr  diçî

Wekî kergoşk î


Beybûn nêrgizî

Dil ji min didizî 

Bi wan awiran  

Li min di bezî


Delala dil  darî

Gul  sora  zerî

Li çol û beyara

Li seyda digerî


Seyda mêrdînî

12//03//2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN