SONDEK DEREW
SONDEK DEREW
Xudan alû netew livirim
Ne mêvan, ne koçer im
Bi huner, çand û ziman
Li hember we neyarim
Min henin keleh û çiya
Ez bi mêrxasî têm xuya
Peyman û sozê pûçek
Em xapandin wer xuya
Bav û kal, bapîrê min
Çiqas têk birin dijmin
Qadî û şex se'îdê kal
Sedem xelo, celê min
Xistin bin fermana xwe
Bi xapînok û fenê xwe
Gelek cî û war û dewlet
Min rizgar kirî ji bo we
Tim min di bînî dijmin
Carinan talan û kuştin
Ereb û tûran û eccem
Dil û cerg li me sohtin
Dilê wan bi kîn û bixwîn
Ji mêj bi virr û derewîn
Li wan tune dîn û îman
Ķîna wan dilê mi dixwîn
Tev li ser me bûne yek
Sondek derew fenû dek
Kurdino şîyarbin ji xewê
Li dijî wan em bibin tek
S Mêrdînî .... 03.07.17
Yorumlar
Yorum Gönder