HOVÊN HAR
HOVÊN HAR
Dîsa êrîş kir hovên har
Ser welat tim bare bar
Wekî hirç û gurên har
J zordarîyê nayên xwar
Rom û ereb kesê şelaq
Tev bêrûmet û bêtelaq
Wan ne dîne û ne îman
Welatê me kir leq û laq
Kurdistan tev pêt û are
Sotin zevî û mal û dare
B dest hovên sitemkare
Winda bûn gelê bêçare
Hewar sed carî heware
Kal û pîr, tev zêç û zare
Teyr û çûk û tilûr hemî
Xwe avêt î deryayê jore
Welat te cîhan hejandî
Dil bi keviran deribandî
Kes di gazî ya me nayê
Kiryar li dinyê weşandî
Bibin yek em l dij neyar
Yekbin mîna dost û yar
Mêrxasên li ser ê zinar
L'hember hovên gemar
Serî hişke kurdên oldar
Ji dijmin re xweş dîwar
Ji gelê xwe re gurê har
Dûr hev xistine evîndar
S Mêrdînî 27/01/2018
Yorumlar
Yorum Gönder