DI GUL ZARA
DI GUL ZARA ....
Di gul zara gerdûnê de
Xweş, nerm û hêdî be
Seyran bike li gerdûnê
Wek gulê gul gulîn be
Dilê xwe bik wek sosin
Nazik û rind, nermik be
Bi tevger, maqûl, giranî
Ne dirrîne tim bi hiş be
Mirovê zanyar û jîr bin
Tim digel gelê xwe be
Di gerdûn de xem revîn
Di baxçê gulan evîn be
Axaftina bi mirovê rind
Wek ava kaniyê şêrîn be
Bêje şikur îro dilşad im
Avê hilde wek pênûs be
S mêrdînî ....30/01/2021
Yorumlar
Yorum Gönder