NÊRGİZ Û GULÎ
NÊRGİZ Û GULÎ
Nêrgiz û gulî
Tu bihara dilî
Nav baxê rezan
Gula sor gulî
Sebra vî dilî
Awaz bilbilî
Tu xweş dixwînî
Nav baxê gulî
Lê berfa gelî
Find û şemalî
Tu pir hêja ye
Sema vî dilî
Çavên kil kirî
Lêvên sor kirî
Ji nişka ve wê
Dil ji min birî
Lê kar xezalê
Rindê delalê
Çendî ciwanî
Dil tim li balê
Wekî gul perî
Heman digerî
Sermest û gêjî
Gula li serdarî
Tu pir şêrînî
Tim xemrevînî
Dil ê mêrdîn î
Tu her direvînî
Dil birîndare
Birîn xedare
Gazî kin yare
Seyda xemgîre
Seyda mêrdînî
11//03//2020
Yorumlar
Yorum Gönder