Kayıtlar

Nisan, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

DİFÛRE BA YÊ EVÎNÊ.

DIFÛRE BA YÊ EVÎNÊ Difûre ba yê evînê, di karwanê dilê min de. Ez li te digerim dîlber, ez te qet nabînim. Çendî astengî hebin, çem ser rêya meye. Pêlên bi hêrs yê minin, bila pirên ser yê tebin. Ger berf bi evîna te, bihele li ser çiyayê sînga min. Ger demsal ji zivistanê, veguherîn in bihar ê. Ger gul û stirî bi hev re, li ser stûnekê bijîn. Bila ez stirî bim, bila gul jî yê tebin Li min de dîlber da ku qesra dilê min, bi eşqa te xera bibe. Bila ew dil ber bi dilve, di rêyek kûr û dûr biçe. Bila ev rê dakeve, kûrahiya deryayan. Bila xendeka gola wanê bim, morî û mircan yê tebin. S Mêrdîn 05.03.2022

EZ ALA TEME!

Resim
EZ ALA TEME Dîlber ê ez ala teme,  min kezî keskesorin. Fîstan zer bejin dirêj,  ew ji rengê cewherin.         Ez ala Kurdistan im,         Qazî li mihabat danî.         Li wir ew da berzanî,         li hewlêrê çûye banî. Ala bi nav û deng im, li ser min şer û cengî. Ez nizanim heta kengî, berdewam bi vî rengî.         Ala rengîn pêl çarin,         çar bira xwedî parim.         Bê hevkar ew nikarin,         diyare ez hevî darim. Şewq û şemal û çira, bi nûrim roja zerim. Bi remzên Niştîmanî, li her derê ez digerim.         Qazî, Mistefa barzan.         wan ez rakirim banî.         Li Niştîman badibim,         pêl davêjim ezmanî. Dîlberê dem nêzîke,  emê derkevin li pêş. Kurdistan azad bikin,  qe namîne elem û êş.         Kurd bibin yek tevbin,         egît û şêr ligel hevbin.         Hov û sîxor dê birevin,         nema dev bixwîn dibin.  S Mêrdînî 09.03.2022

JI BAV Û KALE

Resim
JI BAV Û KALE. Efrîn û kobanî ji bav û kale Di dest bazin nig bi xirxale Birîn bi xincer giran dinale Dijminê li nav bo me tehle Ev sed sale ji destên Ereb Ev zordarî bi kîn û bi kereb Hovîtîya wan bo me cereb Azadî hêvîya meye ya Reb Biryarên me qet nabe betal Malême bo kesî nabe helal Me rindî divêt wan talan kir mal Em aştî xwazin di dest wan mertal S Mêrdînî 04,04,2022

BI SED SALANE!

Resim
BI SED SALANE.! Bi sed salane,           ev barê giran. Seyê me jî bûn,            hevalên guran. Dil û cergê me,           bi dev û diran. Wan em xwarin,            gel hirç û guran. Ey feleka xayîn.            dewran bê wefa. Bextê me reşe,            li gel êş û cefa. Şemal nemaye,            finda min tefa. Dûpişk û maran,            ser sîngê sefa. Jiber nezanî yê,           ez mame bê yar. Min birîn kûrin,            pir gelekî xidar. Nav gurê pir har,           ez mame bêçar. Sê netewê biyan,            ez kirim neçar. Niştîman dagir,            li hev kirin par. Li me qedexeye,            bûye çand û zar. Ji ber ewê ye.            me qîr û hewar. Di warê me da,            me nakin sitar. Evî ya ne mafe,           kotek û zor e. Xwedanê mirî,            her timî kor e. Ser me ar û pêt,           dûman li jor e. Serxet û binxet,           tev xistin tor e. Me bangkir Îsa,            Muhemed nebî. Qîr û zare zare,           hewar ya Rebî. Ji bo me mafek,            zagonek hebî. Q

BIRATÎ YA GELA!

Resim
BIRATIYA GELA Gelê me tim dil bi kul Bê cî û war, çav bi şil Gor ji biran re di kolin Ew û bira tê wer dibin Heta ku em xulam bin Dê bivê rewşa xwe bin Ger me dewletek heba Wê rewşa me ne ev ba Welat tev hate firotin Dil û ceger hate sotin Hemû bûne penaber Gelê me ma bêmefer Heçê kesên bende bûn Ew jî bi rewşa me bûn Vêga neman li din ê Bi zanîn û xwendinê Ev xuşkû biratiya gela Me xwe lê kir ye bela Dijmin me nakin bira Mere nabên ser sera Çiqas bihev nexweşin Ji bo me tim zik reşin Wek biratiya berx û gur Xweş xûyaye ew jî li vir Evin ecem û tirk û ereb Em bin dest wekî celeb Ma qey xuşkû biratî eve Hew tenê bi gotina deve Gotinên min tev ji zêrin Ka ew kesên ku bidêrin Me gelê kurd bi erzanî Bêdewlet man binezanî Seyda Mêrdînî 01.04.2022

WERIN BI HEVRE.

Resim
WERIN BI HEVRE .... Werin bi hevre em ziman bikin geş Da ku ronahî bibe ewan şevên reş Emrê mayî tevî vê xebata xweş Dibe ku em rizgar bibin ji rojên reş Gelî xwişk û birayê min ji we hêvî Ev kar û xebatên bi roj û şevî Hatin ser me êrîşê ajalên kovî Hirç û keftar li gel gur û rovî Laşê me xwarin ewan koviyan Li Mêrdîn nema ye cihê hêviyan Zimanê kurdî tev bûye ziyan Êdî li heremê ew nakin jiyan Ssyda Mêrdînî 04,04,2022

EMIR!

Resim
EMIR ...! Emir pêncî û yek sale Jîn û jiyana ne delale Biyanîyê ez helandim Dil ciwane laş bû kale Hinavê min nalîn zare Dil û ceger bi pêt û are Ne xebate û ne jî kar e Dil bû erda beyar sare Dilê beyar bi ken were Li kuştina min negere Ev jiyana dê min bikuje Ji ber sîxor ên gemare Dê bikuje ev sitemkare Dijminê me pir dijware Li me çêkir mij dûmane Ew timî ji bo me neyare Top dibare tim li ser me Bax û werz û bîstanê me  Zêç û zarok tev perîşanin Wêran kir cîh û warê me Seyda Mêrdînî 09.02.2021

WAWÎK Û ROVÎ

Resim
WAWÎK Û ROVÎ Wawîk û rovî der kevin ji war Me nabê bin dest ji bona neyar Nokerê çepgîr ew tim l'ser kar Bi me dilîzin her wekî her car Li gel zordara ez navêjim gav Qet dersê nagirin ji kal û ji bav Bi xap û fêla dijmin hemû gav Ji ewrên tarî qet çênabe tav  Divêt em nas bikin dost û neyarî Gijlok û zîpik ka, ji ku ve dibarî Pişt girê nedin ji bo kesên tarî Bo me dibin ew dûpişk û marî Ew kesên xwe firoş li gel neyare Dijî gelê xwe wek kurmê dare Hefsar di serî dijmin lê siware Hember dîlberê ew gurê hare Sîxorên navdar bi xefî lê dixe Ji bona dijmin çir an pê dixe Bi gur re dikuje gel şivan dixwe Ew zik dide ber pê dine pixe. Seyda Mêrdîn 24.03.2022

ÇÛM MÊRDÎN Ê!

Resim
ÇÛM MÊRDÎN Ê ...! Çûm Mêrdînê şarê kevin yê derfet hebe jê direvin Rovî û kawik gel neyarin herdû reşin tarî ya şevin Li Mêrdînê lîstikên tarî neyar û noker hev karin  Li gunda jîyan kirin tarî tev hevin ew koremarin Noker û sîxorên zordarî ji bo wan heye hev karî Wan dest û pê li cihê tarî kêşan qirêje kesek nikarî Seyê şivan hevalên gure şivan li gel diz dizî vire Yek gemar ê din qirêjtire cehş û hov wan xirabtire S Mêrdînî 28.03.2022