BIRATÎ YA GELA!
BIRATIYA GELA
Gelê me tim dil bi kul
Bê cî û war, çav bi şil
Gor ji biran re di kolin
Ew û bira tê wer dibin
Heta ku em xulam bin
Dê bivê rewşa xwe bin
Ger me dewletek heba
Wê rewşa me ne ev ba
Welat tev hate firotin
Dil û ceger hate sotin
Hemû bûne penaber
Gelê me ma bêmefer
Heçê kesên bende bûn
Ew jî bi rewşa me bûn
Vêga neman li din ê
Bi zanîn û xwendinê
Ev xuşkû biratiya gela
Me xwe lê kir ye bela
Dijmin me nakin bira
Mere nabên ser sera
Çiqas bihev nexweşin
Ji bo me tim zik reşin
Wek biratiya berx û gur
Xweş xûyaye ew jî li vir
Evin ecem û tirk û ereb
Em bin dest wekî celeb
Ma qey xuşkû biratî eve
Hew tenê bi gotina deve
Gotinên min tev ji zêrin
Ka ew kesên ku bidêrin
Me gelê kurd bi erzanî
Bêdewlet man binezanî
Seyda Mêrdînî 01.04.2022
Yorumlar
Yorum Gönder