DİFÛRE BA YÊ EVÎNÊ.
DIFÛRE BA YÊ EVÎNÊ
Difûre ba yê evînê,
di karwanê dilê min de.
Ez li te digerim dîlber,
ez te qet nabînim.
Çendî astengî hebin,
çem ser rêya meye.
Pêlên bi hêrs yê minin,
bila pirên ser yê tebin.
Ger berf bi evîna te,
bihele li ser çiyayê
sînga min.
Ger demsal ji zivistanê,
veguherîn in bihar ê.
Ger gul û stirî bi hev re,
li ser stûnekê bijîn.
Bila ez stirî bim,
bila gul jî yê tebin
Li min de dîlber da
ku qesra dilê min,
bi eşqa te xera bibe.
Bila ew dil ber bi dilve,
di rêyek kûr û dûr biçe.
Bila ev rê dakeve,
kûrahiya deryayan.
Bila xendeka gola
wanê bim, morî û
mircan yê tebin.
S Mêrdîn 05.03.2022
Yorumlar
Yorum Gönder