EMIR!
EMIR ...!
Emir pêncî û yek sale
Jîn û jiyana ne delale
Biyanîyê ez helandim
Dil ciwane laş bû kale
Hinavê min nalîn zare
Dil û ceger bi pêt û are
Ne xebate û ne jî kar e
Dil bû erda beyar sare
Dilê beyar bi ken were
Li kuştina min negere
Ev jiyana dê min bikuje
Ji ber sîxor ên gemare
Dê bikuje ev sitemkare
Dijminê me pir dijware
Li me çêkir mij dûmane
Ew timî ji bo me neyare
Top dibare tim li ser me
Beyare bax û zevîyê me
Zêç,zarok tev birçî mane
Rê, rêbar tev girtin li me
Feqîr, belengaz ji xeman
Ne nûjdar û ne jî liqnan
Birîn girane bi êş û jane
Tune ji me re tu derman
Hinavê me pir dişewitin
Em diricifin û diperpitin
Ar bi dar berê me xistin
Ji bo me tu kes nexebitin
Seyda Mêrdînî.
09.02.2021
Yorumlar
Yorum Gönder