WERIN BI HEVRE.
WERIN BI HEVRE ....
Werin bi hevre em ziman bikin geş
Da ku ronahî bibe ewan şevên reş
Emrê mayî tevî vê xebata xweş
Dibe ku em rizgar bibin ji rojên reş
Gelî xwişk û birayê min ji we hêvî
Ev kar û xebatên bi roj û şevî
Hatin ser me êrîşê ajalên kovî
Hirç û keftar li gel gur û rovî
Laşê me xwarin ewan koviyan
Li Mêrdîn nema ye cihê hêviyan
Zimanê kurdî tev bûye ziyan
Êdî li heremê ew nakin jiyan
Ssyda Mêrdînî 04,04,2022
Yorumlar
Yorum Gönder