Kayıtlar

KEÇA KURDAYE

KEÇA KURDAYE Keçê delal ê Şox û şepal ê Lê karxezal ê Keça kurdaye. Zerîya mîtan e Wê çav kildan e Li ber perdan e Keça kurdaye. Ew keça xal e Rindî li bal e Gel min delal e Keça kurdaye. Ser serê min î Dirêj ne kin î Eşqa Mêrdîn î Keça kurdaye. Binêr li vî hal î EZ bûme kal î Delal bist sal î Keça kurdaye. Sond bi Qur'an ê Tu gula cîhan ê Lêv ji mircan ê Keça kurdaye. Li bejn û bal ê Ling bi xirxal ê Kevanîya mal ê Keça kurdaye. _Seyda Mêrdînî_ _/12/02/2025\_

ÎRO NAVA ROJÊ

ÎRO NAVA ROJÊ Îro nava rojê ez raza bûm Gelek xewnê ecêb dîbûm Bi kêfxweşî şîyar dibûm Xewn rindbû pê şa dibûm. Xewnê wusa ez ne dîbûm  Aştî li herder ez dîtibûm Hemî welat rizgar bûye Geşt û seyran xweşî dîbûm. Hovî zordestî qet ne mabû Welatê min  xelas bi bû Zêç û zarok li rex hevbû Reqs û dîlan Ii her derbû. Top û tiving qet nema bû Ne sîxor û ne leşker mabû Tirs û saw û zulm nemabû Azadî, xweser li Kurdistanbû Hemû mirov bi yek keserê  Kesên gewr û reş, sor û zerê Hemû dest di destda bihevrê Jîyan xweş bû ye li her derê Seyda Mêrdînî /27/01/2025\

ŞÊRÎN YARA MIN.

ŞÊRÎN YARA MIN. Dîlberek min dî Xezalek çavgeş Kenek weşandî Kirime serxweş Bi rengê tavê Wê daye navê Ew hemû gavê Gula bîn xweş Kubar bedewê Bi mislê kewê Ew tirya mêwê Roj li nav weş Şêrîn yara min Awirek da min Dil, gurçka min Tev cegera reş Lewend û canî  Bax û bîstanî Deşt û zozanî Zerya por reş Yara xwîn şêrîn Kûr kirî ye birîn Gava l'min nerîn Herdu çavê geş Vê evîna dijwar Hiştime bê çar Ne şêt û ne har Kirime nexweş Li Cizîra botaye Yara min hêjaye Dilê min qetyaye Ew gulsora geş Çi bê bavek har Berda hinav ar Bê kefen tê yar Xistim gora reş Seyda Mêrdînî _21/11/2024_

PERÎYEK MIN DÎ.

PERÎYEK MIN DÎ. Perîyek min dî Çi xweş û rindî Dil ji min birî ye Bê şerm û fedî Ji lêvên şekirî Dilê min vekirî Har û mestbûm Wê xwe dûr kirî Ronî wek çira Horî wer vira Ji hiş ve ketim Ji derdê te ra Bejin ji dehlê Binêrim li balê Lêvên ji lalê  Mestim delalê Dil ji bo yarê Evîn nû barê Li min bû arê Serê mi xwarê Seyda Mêrdînî  /20/03/2021\

XEWNA MIN ....

XEWNA MIN .... Min di xew de dî gulek Şîyar dibûm wê sehetê Nalîn ji min di çû felek Sebr û tebatê min natê. Ev xewna min dengvaye Eşqa gulê li bilbil daye Dilê bilbil timî li baye Eşq ji çavan şil xwîyaye Xewna min dî gelkî şêrîn Hinkes didan min mizgîn Go j'dila derxin kerb û kîn Dest b'hevdin b'zarê şêrîn Gul û bilbil evîndar bûn  Dil û ceger birîndar bûn Ji hev dûrbin ew nikarin Ber wê ye ew bi zar bûn Ser vê xewê bûme bengî Ev pirs girêka kire dengî Bejin zirav nava tengî Ew esmer bû bi vî rengî Gote welat gulsor daye Di dilê min de şax daye Bi xwêdan û bi xwînê Rondikê çavê min daye. Dar û berê li daristanê Gula rengda li gulistanê Dilgeş bûne dema hanê Ez bi hêvîya Kurdistanê Seyda Mêrdînî                   01/03/2020

XAL KOÇA TE XOSTE DIL ARE

XAL KOÇA TE XISTE DIL AR E               Felek dîsa te gul hişkir Ronî di çavê'm te reşkir  Dilê zordara te xweşkir Xal koça te xiste dil ar e.        Gul û nêrgiz diponij in  Malbat û dost diqijqijin  Rondik ji çavan dirijin Xal koça te xiste dil are. Xalê şêx masûm bêj e  Dilê dayikan bibrêj e Tu derman bû ji mêj e Xal koça te xiste dil are. Tu çav û hem ziman î  Bo derdê me derman î  Şagirtê Ehmed û Xan î Xal koça te xiste dil ar e. Zimanê kesê bin dest e  Him diljar û him mest e  Herdem hêvî û mebest e Xal koça te xiste dil ar e. Çima adar wusa har e Li ser milan giranbar e Laş bi janê dike hewar e Xal koça te xiste dil ar e. Piştî te kî bide şîretan Bipîve bejna Kurdsitan  Rêzbike gotin û hestan Xal koça te xiste dil ar e. Te derd û kul civandî  Tovên jîndariyê çandî Karwanê xeman êşandî Xal koça te xiste dil ar e. Ziman li civata hejar e Li pêla demê siwar e   Bo me h...

NEWROZ ÇIQASÎ XWEŞE

NEWROZ ÇIQASÎ XWEŞE Newroz jibo me cejne Rastî û xeyal û xewne Gurzê di destê kawa Dîroka wê zehf kevne Newroz çiqasî xweşe Wek sosin û gula geşe Di bîst û yekê avdarê Kêf û seyran û meşe Rabin hatîye newroz Tev hev bikine pîroz  Bi şal û şap û fîstan Li dora agir bibin koz Li rojava heta rojhilat Derkeve ser hîm û lat Li bakûr başûrê welat  Dijmin dê bimînin mat Herin nav werzê bîstan Nav baxê gul û gulîstan Çiyayê bagok û zagros  Ser şaxê dar û daristan  Dîsa dîsa cejna newroz Bi hevre em bikin pîroz Berê me li roj_ava ye  Dev jê bernadim bi soz Seyda Mêrdînî                 18/03/2025