PERÎYEK MIN DÎ.
PERÎYEK MIN DÎ.
Perîyek min dî
Çi xweş û rindî
Dil ji min birî ye
Bê şerm û fedî
Ji lêvên şekirî
Dilê min vekirî
Har û mestbûm
Wê xwe dûr kirî
Ronî wek çira
Horî wer vira
Ji hiş ve ketim
Ji derdê te ra
Bejin ji dehlê
Binêrim li balê
Lêvên ji lalê
Mestim delalê
Dil ji bo yarê
Evîn nû barê
Li min bû arê
Serê mi xwarê
Seyda Mêrdînî
/20/03/2021\
Yorumlar
Yorum Gönder