ŞÊRÎN YARA MIN.

ŞÊRÎN YARA MIN.


Dîlberek min dî

Xezalek çavgeş

Kenek weşandî

Kirime serxweş


Bi rengê tavê

Wê daye navê

Ew hemû gavê

Gula bîn xweş


Kubar bedewê

Bi mislê kewê

Ew tirya mêwê

Roj li nav weş


Şêrîn yara min

Awirek da min

Dil, gurçka min

Tev cegera reş


Lewend û canî 

Bax û bîstanî

Deşt û zozanî

Zerya por reş


Yara xwîn şêrîn

Kûr kirî ye birîn

Gava l'min nerîn

Herdu çavê geş


Vê evîna dijwar

Hiştime bê çar

Ne şêt û ne har

Kirime nexweş


Li Cizîra botaye

Yara min hêjaye

Dilê min qetyaye

Ew gulsora geş


Çi bê bavek har

Berda hinav ar

Bê kefen tê yar

Xistim gora reş


Seyda Mêrdînî

_21/11/2024_

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ