KEÇA KURDAYE

KEÇA KURDAYE


Keçê delal ê

Şox û şepal ê

Lê karxezal ê

Keça kurdaye.


Zerîya mîtan e

Wê çav kildan e

Li ber perdan e

Keça kurdaye.


Ew keça xal e

Rindî li bal e

Gel min delal e

Keça kurdaye.


Ser serê min î

Dirêj ne kin î

Eşqa Mêrdîn î

Keça kurdaye.


Binêr li vî hal î

EZ bûme kal î

Delal bist sal î

Keça kurdaye.


Sond bi Qur'an ê

Tu gula cîhan ê

Lêv ji mircan ê

Keça kurdaye.


Li bejn û bal ê

Ling bi xirxal ê

Kevanîya mal ê

Keça kurdaye.


_Seyda Mêrdînî_

_/12/02/2025\_

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ