XAL KOÇA TE XOSTE DIL ARE
XAL KOÇA TE XISTE DIL AR E
Felek dîsa te gul hişkir
Ronî di çavê'm te reşkir
Dilê zordara te xweşkir
Xal koça te xiste dil ar e.
Gul û nêrgiz diponij in
Malbat û dost diqijqijin
Rondik ji çavan dirijin
Xal koça te xiste dil are.
Xalê şêx masûm bêj e
Dilê dayikan bibrêj e
Tu derman bû ji mêj e
Xal koça te xiste dil are.
Tu çav û hem ziman î
Bo derdê me derman î
Şagirtê Ehmed û Xan î
Xal koça te xiste dil ar e.
Zimanê kesê bin dest e
Him diljar û him mest e
Herdem hêvî û mebest e
Xal koça te xiste dil ar e.
Çima adar wusa har e
Li ser milan giranbar e
Laş bi janê dike hewar e
Xal koça te xiste dil ar e.
Piştî te kî bide şîretan
Bipîve bejna Kurdsitan
Rêzbike gotin û hestan
Xal koça te xiste dil ar e.
Te derd û kul civandî
Tovên jîndariyê çandî
Karwanê xeman êşandî
Xal koça te xiste dil ar e.
Ziman li civata hejar e
Li pêla demê siwar e
Bo me hemiya biryar e
Xal koça te xiste dil ar e.
Êşan xwe bi te nas kir
Serî li ber kêlê xwar kir
Nifşên ciwan hişyar kir
Xal koça te xiste dil ar e.
Tu evîn û dil girê axe
Were wan pelan raxe
Dizanim di dil de daxe
Xal koça te xiste dil ar e.
Şewata ar dilkir war e
Jibo te ew dost û yar e
Welat ji bîra te bar e
Xal koça te xiste dil ar e.
Bila bihuşt serfiraz be
Li asoyê wê tu baz be
Li wir jî tu bi daxwaz be
Xal koça te xiste dil ar e.
Xort û xam tev dilbirînin
Wê te bi bîra xwe bînin
Rist û hesta l'te bicivînin
Xal koça te xiste dil ar e.
Oxir be ji te ra oxir be
Xalê şêx masûm oxirbe
Koç kirin bi te nake be
Xal koça te xiste dil ar e.
Darbest ser milê yara
Dibin dane dost û bira
Goristan bû war ji tera
Xal koça te xiste dil ar e.
Çiqas zore ev heqiqet
Rûh ji bejna delal derket
Agir bi nav dilê me ket
Xal koça te xiste dil ar e.
Tu pir zû çû ji nava me
Te şîn xistî ye nava me
Çewa dê were sebra me
Xal koça te xiste dil ar e.
Çav nabînin bejina te
Guh nabihîsin dengê te
Arambû bome hebûna te
Xal koça te xiste dil ar e.
Tu bi qedirbiha şînasbû
L' şar û bajar û gundabû
Li daw û şah û bendabû
Xal koça te xiste dil ar e.
Me bawerî pir bite hebû
Xwarî gel te qet tunebû
Pir durist û yek parçebû
Xal koça te xiste dil ar e.
Te sistayî qebûl ne dikir
Kar û xebat te zêde dikir
Ji gundiyan re rê vedikir
Xal koça te xiste dil ar e.
Keder û xem te kom kirî
Li me dom bar giran kirî
Pir heyf û pir melûm kirî
Xal koça te xiste dil ar e.
Lerz û tevger bi mêranî
Te wezin dida her însanî
Te bawerî bi lerzê di anî
Xal koça te xiste dil ar e.
Xweda li Şêx neke pirsî
Ji Amedê ta erş û kursî
Ji xwe ez dinav wê tirsî
Xal koça te xiste dil ar e.
Pirsa bin wê qebra tarî
Ew nezanên xwelî serî
Ji ber wê derd û kederî
Xal koça te xiste dil ar e.
Gora tarî ji wî re mekan
Neçar li wê di bin sekan
Mûnkîr, nekîr û melekan
Xal koça te xiste dil ar e.
Emel ji bo mirov hevale
Mirov çi bike ew li bale
Fikar ji bo wê erx û çale
Xal koça te xiste dil ar e.
Li qîyamet ê li ser pir ê
Dema çav da wî agir ê
Bê fêde çare w berger ê
Xal koça te xiste dil ar e.
Ew nexweşî te ji ku anî
Kê da bû te kes nizanî
Xeftek hedar ji mer anî
Xal koça te xiste dil ar e.
Ti çû xatir j'me nexwestî
Ber nexweşiyê neda destî
Kê ew didît wî dixwestî
Xal koça te xiste dil ar e.
Emê çewa te ji bîr bikin
Şemzên biçûk j'şîr vekin
Pir gazind û qîr qîr dikin
Xal koça te xiste dil ar e.
Emê kengî te j'dil derxin
Dil tije sarinc, bîr û erxin
Emê çilo hevdu li berxin
Xal koça te xiste dil ar e.
Xweda rehmê li te bike
Gora te ji mermer çêbike
Wek daxwaza tebite bike
Xal koça te xiste dil ar e.
S Mêrdînî 27.03.2023
Yorumlar
Yorum Gönder