XEWNA MIN ....

XEWNA MIN ....


Min di xew de dî gulek

Şîyar dibûm wê sehetê

Nalîn ji min di çû felek

Sebr û tebatê min natê.


Ev xewna min dengvaye

Eşqa gulê li bilbil daye

Dilê bilbil timî li baye

Eşq ji çavan şil xwîyaye


Xewna min dî gelkî şêrîn

Hinkes didan min mizgîn

Go j'dila derxin kerb û kîn

Dest b'hevdin b'zarê şêrîn


Gul û bilbil evîndar bûn 

Dil û ceger birîndar bûn

Ji hev dûrbin ew nikarin

Ber wê ye ew bi zar bûn


Ser vê xewê bûme bengî

Ev pirs girêka kire dengî

Bejin zirav nava tengî

Ew esmer bû bi vî rengî


Gote welat gulsor daye

Di dilê min de şax daye

Bi xwêdan û bi xwînê

Rondikê çavê min daye.


Dar û berê li daristanê

Gula rengda li gulistanê

Dilgeş bûne dema hanê

Ez bi hêvîya Kurdistanê


Seyda Mêrdînî

                  01/03/2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ