ÎRO NAVA ROJÊ
ÎRO NAVA ROJÊ
Îro nava rojê
ez raza bûm
Gelek xewnê
ecêb dîbûm
Bi kêfxweşî
şîyar dibûm
Xewn rindbû
pê şa dibûm.
Xewnê wusa
ez ne dîbûm
Aştî li herder
ez dîtibûm
Hemî welat
rizgar bûye
Geşt û seyran
xweşî dîbûm.
Hovî zordestî
qet ne mabû
Welatê min
xelas bi bû
Zêç û zarok
li rex hevbû
Reqs û dîlan
Ii her derbû.
Top û tiving
qet nema bû
Ne sîxor û ne
leşker mabû
Tirs û saw û
zulm nemabû
Azadî, xweser
li Kurdistanbû
Hemû mirov
bi yek keserê
Kesên gewr û
reş, sor û zerê
Hemû dest di
destda bihevrê
Jîyan xweş bû
ye li her derê
Seyda Mêrdînî
/27/01/2025\
Yorumlar
Yorum Gönder