Kayıtlar

BEJIN DIRÊJ ....

Resim
BEJIN DIRÊJ .... Bejin dirêj wekî dehlan  Fîstan ji rengê sorgulan Por bi hine berda milan Agir dixe ceger û dilan. Kiras li ba pêlê deryan Yarê bedewiya zerîyan Li ber avê dike seyran Ew delala wek horîyan. Zerî rindê bi xeml û xêze Dew dikeyîn bi hiş û rêze Bi kêrhatî meşk himbêze Fîstan difûr berba dilêze. Carek binêr hey dîlberê Li sîng birîna bi xincerê Were destan bide serê Derman bike êş û kederê. Da bi hêz ez rabim piyan Ligel te ez li dirb û riyan Gûr û geşbe hêviya jiyan  Jîn li me boy nebe ziyan. Seyda Mêrdînî 24.03.2022

BU VAN HELWESTAN

Resim
BI VAN HELWESTAN? Yaşar efendî b'van helwestan Gelo çi hebû te li ber destan Pênûs nivîsand te bêrawestan Te jî suxre kir ji bo serdestan Ji bo gelê xwe te suxre nekir Te dil û ceger ji bo tirkî vekir Aqil ji bo wê te perwerde kir Ew b'te xweşbû wek şîr û şekir Zulm û zordarî li kurdên feqîr Ne te ew bihîst ne jî hate bîr Qet li dilê xwe we nedî ew tîr Nabe bêdengbin kesê wek te jîr Ji bo Niştîman te nekir xizmet Ji dest dihatî te karî bû helbet Çima li cem te nebû ew xîret Kesên tirsonek nabîn bi rûmet S Mêrdînî 06.04.2018

ÇAR PARÇE

Resim
ÇAR PARÇE .... Çar parçe yek bin,      hev karê hev bin. Xwîşk û bira bin,       rohnî ya şev bin. Bi felsefe ya xanî,      zelal bin wek kanî. Qazî muhamedbin,      ligel serok Berzanî. Wek Elî yê şêr bin.      ligel seyidriza bin. Şêx Ebdûsselam,      wekî şêx se'îd bin. Ger helbestvan bî,      wekî feqîyê teyran. Ligel ceger-xwîn,      şahîr bin heyran. Ger can gorî bî,      bibin peşmerge, Ji bona kurdistan,      li xebat û cenge. Ger nivîskar bî,      wê hibr û qelem Da eşkere bike,      nebe tune û elem Her gel û netew,      xwedanê dewlet. Ser erd û bin erd,      wê çê be serwet. Ger kurdîstan çêbe,      dewletek mezin. Ger nebyek parçe,      wê bimînin hezîn S Mêrdînî 21.08.2021

êla sûrgicî

Êla Sûrgiçî Bavê min Emo Cilînî di yekemîn serdana Mîr Celadet Bedirxan de, ji bo li ber destê wî hînî xwedin û nivîsandina Kurdî bibe, Mîr jê pirsî: tu ji kîjan Êlê ye li bakurê Kurdistanê, jê re got: ez ji Êla Sûrgiçiya me, Mîr gote wî: navê Êla te (Şûrkêşanî) ye , ev Êl bi du şîaxa ye, yek ya serke li başûrê Kurdistanê ye, Osmaniyan navê (Sûrçî) lê kirine, şaxê din li çiyayên bakurî Mêrdînê ye, û Osmaniyan navê (Sûrgiçî) lê kirine. Li gor lêkolîna ( Êlên Kurd di Imperatoriya Osmanî de) ya Mark Saykis, yê yek ji sazkerên peymana Sayks-Beko bû, ya belav kiribû di Kovara peymangeha Şahatî Anthropological, qaba (38)an, sala 1908an, û wergera Dr.Xelîl Elî Mirad, û pêşgotina Dr.Abdul Fetah Botanî, weha nivîsandî ye: Hejmara Êla Sûrçî (3000) malbatin ji wan (1000) malbat koçerin, axiftina wan weke axiftina Babaniyane, bi ser wê ve jî Êleke biçûk bi navê Mamikî heye,û hejamara Êla Şûrkêşlî (900) malbate,axiftina wan nêzî axiftina Babaniyane, em dikarin wê bi Êla Sûrçî ve girêbidin. Ev goti

LI BER AVÊ GEŞT Û SEYRAN

Resim
Lİ BER AVÊ         GEŞT Û SEYRAN Bejin dirêj wekî dehlan  Fîstan ji rengê sorgulan Por bi hine berda milan Agir dixe ceger û dilan Kiras li ba pêlê deryan Bedewe ji hemî zerîyan Li ber avê geşt û seyran Ew delala wek horîyan Zerî rindê b'xeml û xêze Dew dikeyîn b'hiş û rêze Bi kêrhatî meşk himbêze Fîstan difûr berba dilêze Carek binêr hey dîlberê Li sîng birîna bi xincerê Were destan bide serê Dermanke êş û kederê Da bi hêz û rabim piyan Ligel te ez li dirb û riyan Gûr û geşbe hêviya jiyan  Jîn li me boy nebe ziyan S Mêrdînî 26.03.2022

KER Û ŞÊR

KER Û ŞÊR .... KER Min heye sewalek j'te, Ey reberê minî por sor. Însan li min bûn xwedî, Kedî kirim wan bi zor. ŞÊR Lo kero te kirin kedî  Ew li te bûne xwedî, Yên rasteqîn însane, Bibe wekî wan hêdî. KER Ne wijdan û ne îman, Ki min tim barê giran. Heta ku ez bûme pîr, Nemaye hêz û eman. ŞÊR Pêşniyar l'te kerê boz, Ligel xayîna nede soz. Yên dijminê gelê xwe, Li dij dewlet û dijî doz. KER Wan ji malê kirim der, Ez ketim çol û beyara, Li min ew nabin xwedî, Ji ber nayêm kêrî bara. ŞÊR Bar dikin heta bibî pîr, Te ji malên dikin der. Tê bibî xwarina gura, Li çol û cobar ti neger. KER Ji tirko bêtir zordarin, Ew ê min şerjê bikin. Ji laşê min cur bi cur,  Wê xwarinê jê çêbikin. ŞÊR Lo kero ji wan birev e,  Li gel wan nebe heval. Wê bela bînin serê te, Li te wêran bikin mal. S Mêrdînê 18.09.2020

WERE ŞÊRÎN YARA MIN

Resim
WERE ŞÊRÎN YARA MIN Çiqas mal û milk hebe Nîvê dinyê yên min be Ezê çibikim mal û milk Yara min ne gel min be Ez û yar man bê war e Em ji bindestî bûm fêr e Ezê çibikim ji zîv û zêr e Welatê min bin dest be De were şêrîn yara min Delal û nazdara min Ka destê xwe bide min Dibe felek ji xew rabe Ji derd û kula nexweşim Hew karim qet bimeşim Ji ber te ez bext reş im  Debara min bê te nabe Ji bo te xweş tê gotin Rist û helbest bi cotin Dil û cergê min disotin Rewşa min pir xerabe Ka were ziman şêrîn ê Tu xemê min direvîn ê Tev jîn û li têla evîn ê Tu bihara warê min be Vêga yarê ji min dûr e Birîn bi erxin pir kûr e Gul û gulav jê difûr e Yarê jibo min fihet be Bendê tenin ya Yezdan Ti rewşa me bêtir dizan Serbixwe bike Kurdistan Ya nûjdar gel heqîyê be S Mêrdînî 09.01.2023