LI BER AVÊ GEŞT Û SEYRAN
Lİ BER AVÊ
GEŞT Û SEYRAN
Bejin dirêj wekî dehlan
Fîstan ji rengê sorgulan
Por bi hine berda milan
Agir dixe ceger û dilan
Kiras li ba pêlê deryan
Bedewe ji hemî zerîyan
Li ber avê geşt û seyran
Ew delala wek horîyan
Zerî rindê b'xeml û xêze
Dew dikeyîn b'hiş û rêze
Bi kêrhatî meşk himbêze
Fîstan difûr berba dilêze
Carek binêr hey dîlberê
Li sîng birîna bi xincerê
Were destan bide serê
Dermanke êş û kederê
Da bi hêz û rabim piyan
Ligel te ez li dirb û riyan
Gûr û geşbe hêviya jiyan
Jîn li me boy nebe ziyan
S Mêrdînî 26.03.2022
Yorumlar
Yorum Gönder