BU VAN HELWESTAN


BI VAN HELWESTAN?


Yaşar efendî b'van helwestan

Gelo çi hebû te li ber destan

Pênûs nivîsand te bêrawestan

Te jî suxre kir ji bo serdestan


Ji bo gelê xwe te suxre nekir

Te dil û ceger ji bo tirkî vekir

Aqil ji bo wê te perwerde kir

Ew b'te xweşbû wek şîr û şekir


Zulm û zordarî li kurdên feqîr

Ne te ew bihîst ne jî hate bîr

Qet li dilê xwe we nedî ew tîr

Nabe bêdengbin kesê wek te jîr


Ji bo Niştîman te nekir xizmet

Ji dest dihatî te karî bû helbet

Çima li cem te nebû ew xîret

Kesên tirsonek nabîn bi rûmet

S Mêrdînî 06.04.2018

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL