WERE ŞÊRÎN YARA MIN
WERE ŞÊRÎN YARA MIN
Çiqas mal û milk hebe
Nîvê dinyê yên min be
Ezê çibikim mal û milk
Yara min ne gel min be
Ez û yar man bê war e
Em ji bindestî bûm fêr e
Ezê çibikim ji zîv û zêr e
Welatê min bin dest be
De were şêrîn yara min
Delal û nazdara min
Ka destê xwe bide min
Dibe felek ji xew rabe
Ji derd û kula nexweşim
Hew karim qet bimeşim
Ji ber te ez bext reş im
Debara min bê te nabe
Ji bo te xweş tê gotin
Rist û helbest bi cotin
Dil û cergê min disotin
Rewşa min pir xerabe
Ka were ziman şêrîn ê
Tu xemê min direvîn ê
Tev jîn û li têla evîn ê
Tu bihara warê min be
Vêga yarê ji min dûr e
Birîn bi erxin pir kûr e
Gul û gulav jê difûr e
Yarê jibo min fihet be
Bendê tenin ya Yezdan
Ti rewşa me bêtir dizan
Serbixwe bike Kurdistan
Ya nûjdar gel heqîyê be
S Mêrdînî 09.01.2023
Yorumlar
Yorum Gönder