êla sûrgicî

Êla Sûrgiçî
Bavê min Emo Cilînî di yekemîn serdana Mîr Celadet Bedirxan de, ji bo li ber destê wî hînî xwedin û nivîsandina Kurdî bibe, Mîr jê pirsî: tu ji kîjan Êlê ye li bakurê Kurdistanê, jê re got: ez ji Êla Sûrgiçiya me, Mîr gote wî: navê Êla te (Şûrkêşanî) ye , ev Êl bi du şîaxa ye, yek ya serke li başûrê Kurdistanê ye, Osmaniyan navê (Sûrçî) lê kirine, şaxê din li çiyayên bakurî Mêrdînê ye, û Osmaniyan navê (Sûrgiçî) lê kirine.
Li gor lêkolîna ( Êlên Kurd di Imperatoriya Osmanî de) ya Mark Saykis, yê yek ji sazkerên peymana Sayks-Beko bû, ya belav kiribû di Kovara peymangeha Şahatî Anthropological, qaba (38)an, sala 1908an, û wergera Dr.Xelîl Elî Mirad, û pêşgotina Dr.Abdul Fetah Botanî, weha nivîsandî ye:
Hejmara Êla Sûrçî (3000) malbatin ji wan (1000) malbat koçerin, axiftina wan weke axiftina Babaniyane, bi ser wê ve jî Êleke biçûk bi navê Mamikî heye,û hejamara Êla Şûrkêşlî (900) malbate,axiftina wan nêzî axiftina Babaniyane, em dikarin wê bi Êla Sûrçî ve girêbidin.
Ev gotin gotina Mîr Celadet bi cî dike, nemaze en bidin ber hev her du nava:
(Şûrkêşanî) û (Şûrkêşlî), tenê cûdahî di herdû tîpên pêşî de (S.Ş) ye.
Dîplomatê Emerîkî (William Eagleton) di pirtûka xwe de (Eşîretên Kurdî) - wergerandin: Dr. Ahmed Mehmûd El-Xelîl , gotiye:
Êla Sûrçî ya carinan bi navê (Batas Sûrçî) tê binaskirin, li du şaxan dabeş dibe:
Beşa yekem li bakurê roavayê Hawlerê, li ser riya diçe Îranê, beşa duyemîn li Bakurê Hawler, şaxê Akrê an Behdînan, her weha Êla Mentik Sûrçî ya ku li rohilatî riya Hewlêr û Pirdê ye bi ser Êla Sûrçî ve ye jî.
Êla Sûrgiçiya li bakurê Mêrdînê li devera ku jê re dibêjin ( Çiyayê Sûrgiçiya) dijî, hejmara gundan (33) gundin, yek ji wan gundê (Cilîn) yê ku Bavê min di sala 1932an de, jê koçberî Başûrê Roavayê Kurdistanê bû ye.
Ev navçe dewlemende bi kaniyên avê, ku ava wan rêl dibe du çeman yek li rohilatî navçê , yê din li roavayê wê , û rêl dibin ber ava mezin (çemê Tîrê an Şet an Dijle), her weha jî ev dever dewlende bi rezan ,darên bi berhem û çandina tenan, keskayî 
Li deverê gelek cihên kevar ê bermayên pêşiyên Kurdan, weke Hûriyan, Mîtaniyan û Madiyan (Mîdiyan) , bo nimûne gundê Çil Stûnê (Qirdîlek) yan dewlemend bi şikeftên kevnar, Diyarê Kelê li gundê Çilîn, lê mixabin heta lêgerîn û kolandin pêk ne hatiye, ger pêk hatibe Tirk rastiyê vedişêrn û wê dîrokê dikin ya xwe. 
Piraniya Sûrgiçiyan Mislmanin , lê beşek biçûk xiristiyanin , hemî koçber bûne, ew xiristiyanên Sûrgiçiyan bi koka xwe Kurdin, bi piranî li gundên Ewîna, Baqistan û Bafawa dijiyan.
Heta niha hejmar malbatên Sûrgiçiyan ne diyare, ji ber koçberiyê, ber bajarên Tirkan, başûr û başûr roavay Kurdista, Ewripa û hindek welatên.
Evene navên gundên Dever Sûrgiçiya
Lîsteya gundên Sûrgiҫiya
1-Ewîna
2-Dengiza (bi tirkî: Serenli)
3-Quzêrîb (bi tirkî: Yazır )
4-Cirzê (bi tirkî: Taşlık)
5-Dêrîş (bi tirkî: Soylu)
6-Elfan (bi tirkî: Pınardere )
7-Kunufur (bi tirkî: Durusu)
8-Çilstûn an Qirdîlek (bi tirkî: Kirkdirek)
9-Şûtê (Şenocak)
10-Cilîn (Çınarönü)
11-Baqustan (bi tirkî: Bağkaya)
12-Dêrdûk (bi tirkî: Gürağaç)
13-Kuferdel (bi tirkî: Yaylacık)
14-Şatih (bi tirkî: Yaylıbaşı)
15-Qewsan (bi tirkî: Işgören) 
16-Şorşib
17-Barman (bi tirkî: Yeşilalan)
18-Bafawa (bi tirkî: Kaydere)
19-Qoșê (bi tirkî: Kocahüyük)
20-Baqeys (bi tirkî: Köprülü)
21-Tizyan (bi tirkî: Bağkaya)
22-Kûrê 
23-Şûrê (bi tirkî: Dereyanı)
 24-Bîrikê (mala Hezo ) 
25-Bernişt (bi tirkî: Bağlıca)
26-Şivistan (bi tirkî: Kışlak)
27-Qerhêta
28-Dêrgwîz (bi tirkî: Aykut)
29-Xerabreş (bi tirkî: Karaköy)
30-Barê
31-Zonê (bi tirkî: Aran )
32-Binamma
33-Gundik (Ehmed Axa)


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL