KER Û ŞÊR

KER Û ŞÊR ....


KER

Min heye sewalek j'te,

Ey reberê minî por sor.

Însan li min bûn xwedî,

Kedî kirim wan bi zor.


ŞÊR

Lo kero te kirin kedî 

Ew li te bûne xwedî,

Yên rasteqîn însane,

Bibe wekî wan hêdî.


KER

Ne wijdan û ne îman,

Ki min tim barê giran.

Heta ku ez bûme pîr,

Nemaye hêz û eman.


ŞÊR

Pêşniyar l'te kerê boz,

Ligel xayîna nede soz.

Yên dijminê gelê xwe,

Li dij dewlet û dijî doz.


KER

Wan ji malê kirim der,

Ez ketim çol û beyara,

Li min ew nabin xwedî,

Ji ber nayêm kêrî bara.


ŞÊR

Bar dikin heta bibî pîr,

Te ji malên dikin der.

Tê bibî xwarina gura,

Li çol û cobar ti neger.


KER

Ji tirko bêtir zordarin,

Ew ê min şerjê bikin.

Ji laşê min cur bi cur, 

Wê xwarinê jê çêbikin.


ŞÊR

Lo kero ji wan birev e, 

Li gel wan nebe heval.

Wê bela bînin serê te,

Li te wêran bikin mal.


S Mêrdînê 18.09.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL