BEJIN DIRÊJ ....

BEJIN DIRÊJ ....



Bejin dirêj wekî dehlan 

Fîstan ji rengê sorgulan

Por bi hine berda milan

Agir dixe ceger û dilan.


Kiras li ba pêlê deryan

Yarê bedewiya zerîyan

Li ber avê dike seyran

Ew delala wek horîyan.


Zerî rindê bi xeml û xêze

Dew dikeyîn bi hiş û rêze

Bi kêrhatî meşk himbêze

Fîstan difûr berba dilêze.


Carek binêr hey dîlberê

Li sîng birîna bi xincerê

Were destan bide serê

Derman bike êş û kederê.


Da bi hêz ez rabim piyan

Ligel te ez li dirb û riyan

Gûr û geşbe hêviya jiyan 

Jîn li me boy nebe ziyan.


Seyda Mêrdînî 24.03.2022


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL