Kayıtlar

LI BER AVÊ GEŞT Û SEYRAN

Resim
Lİ BER AVÊ         GEŞT Û SEYRAN Bejin dirêj wekî dehlan  Fîstan ji rengê sorgulan Por bi hine berda milan Agir dixe ceger û dilan Kiras li ba pêlê deryan Bedewe ji hemî zerîyan Li ber avê geşt û seyran Ew delala wek horîyan Zerî rindê b'xeml û xêze Dew dikeyîn b'hiş û rêze Bi kêrhatî meşk himbêze Fîstan difûr berba dilêze Carek binêr hey dîlberê Li sîng birîna bi xincerê Were destan bide serê Dermanke êş û kederê Da bi hêz û rabim piyan Ligel te ez li dirb û riyan Gûr û geşbe hêviya jiyan  Jîn li me boy nebe ziyan S Mêrdînî 26.03.2022

KER Û ŞÊR

KER Û ŞÊR .... KER Min heye sewalek j'te, Ey reberê minî por sor. Însan li min bûn xwedî, Kedî kirim wan bi zor. ŞÊR Lo kero te kirin kedî  Ew li te bûne xwedî, Yên rasteqîn însane, Bibe wekî wan hêdî. KER Ne wijdan û ne îman, Ki min tim barê giran. Heta ku ez bûme pîr, Nemaye hêz û eman. ŞÊR Pêşniyar l'te kerê boz, Ligel xayîna nede soz. Yên dijminê gelê xwe, Li dij dewlet û dijî doz. KER Wan ji malê kirim der, Ez ketim çol û beyara, Li min ew nabin xwedî, Ji ber nayêm kêrî bara. ŞÊR Bar dikin heta bibî pîr, Te ji malên dikin der. Tê bibî xwarina gura, Li çol û cobar ti neger. KER Ji tirko bêtir zordarin, Ew ê min şerjê bikin. Ji laşê min cur bi cur,  Wê xwarinê jê çêbikin. ŞÊR Lo kero ji wan birev e,  Li gel wan nebe heval. Wê bela bînin serê te, Li te wêran bikin mal. S Mêrdînê 18.09.2020

WERE ŞÊRÎN YARA MIN

Resim
WERE ŞÊRÎN YARA MIN Çiqas mal û milk hebe Nîvê dinyê yên min be Ezê çibikim mal û milk Yara min ne gel min be Ez û yar man bê war e Em ji bindestî bûm fêr e Ezê çibikim ji zîv û zêr e Welatê min bin dest be De were şêrîn yara min Delal û nazdara min Ka destê xwe bide min Dibe felek ji xew rabe Ji derd û kula nexweşim Hew karim qet bimeşim Ji ber te ez bext reş im  Debara min bê te nabe Ji bo te xweş tê gotin Rist û helbest bi cotin Dil û cergê min disotin Rewşa min pir xerabe Ka were ziman şêrîn ê Tu xemê min direvîn ê Tev jîn û li têla evîn ê Tu bihara warê min be Vêga yarê ji min dûr e Birîn bi erxin pir kûr e Gul û gulav jê difûr e Yarê jibo min fihet be Bendê tenin ya Yezdan Ti rewşa me bêtir dizan Serbixwe bike Kurdistan Ya nûjdar gel heqîyê be S Mêrdînî 09.01.2023

ÇI BIKIM ....

Resim
ÇIZBIKIM !.... Dil wek ava zelal nebe Hiş û mejî gelhev nebe Zimanê dê li dev nebe Çibikim ji vê devkanî yê Dil wek şûşê xalî nebe Deriyê eşqê ger venebe Ger dil, ji dil kurdî nebe Çibikim ji vê kurdîtî yê Çendê mal û milkî hebe Ax û hebûn bi tezgehbe Di xizmeta netew nebe Çibikim ji vê netewî yê Zarê şêrîn di dev nebe Bi gorî û heyran nebe Wek feqîyê Teyran nebe Çibikim ji vê heyranî yê Eşqa Dîlber ji dil nebe Deriyê vînê ger venebe Zarê dijmin şorên tebe Çibikim ji vê ştexelî yê Ger kurdekî perwer nebî Gel zarê xwe bi kar nebî Ew zar der û hundir nebî Çibikim ji vê perwerî yê Tu dibî wek das û bivirî Reh ên dara xwe dibirî Dil wek liba zerdel û tirî Çibikim ji vê şêranî yê Ziman mirî kurd dimirî Xwe bi zarê biyan digirî Tu çilo kurdek dil kevirî Çibikim ji vê dil hişkî yê Zelal ava şerbik nebî Li kurdistan nasî nebî Wek Seydayê Kûrî nebî Çibikim ji vê seydatî yê S Mêrdînî 25.12.2022

XALÊ HECÎ NÛRÎ

Resim
 انا لله وانا اليه راجعون 🥲🤲 XALÊ HECÎ NÛRÎ .... Xalê hecî Nûrî hevlekbû Gelek hêja û delalek bû Ji hogiran re şepalekbû Ya Reb li bike rehmet ê  Welatparêz û perwerbû Gelek mêr û bi cegerbû B'gundiyê xwe bawerbû Ya Reb lê bike rehmet ê  Bi qedir şînas û hêjabû L' şar û bajar û gundabû Li daw û şah û bendabû Ya Reb lê bike rehmet ê  Me bawerî pir pê hebû Xwarî gel wî, qe tinebû Pir durist û yek parçebû Ya Reb lê bike rehmet ê Te sistayî qebûl ne dikir Kar û xebat te zêde dikir Ji gundiyan re rê vedikir Ya Reb lê bike rehmet ê  Keder û xem te kom kirî Li me dom bar giran kirî Pir heyf û pir melûm kirî Ya Reb lê bike rehmet ê  Lerz û tevger bi mêranî Te wezin dida her însanî Te bawerî bi lerzê di anî Ya Reb lê bike rehmet ê  Xweda l'Nûrî neke pirsî Ji Mêrdîn ta erş û kursî Ji xwe ez dinav wê tirsî Ya Reb lê bike rehmet ê Pirsa bin wê qebra tarî Ew nezanên xwelî serî Ji ber wê derd û kederî Ya Reb lê bike rehmet ê Gora tarî ji wî re mekan Neçar li wê di bin sekan Mûnkîr, nek

WESTÎYA ME ....

Resim
WESTÎYA ME .... Demên winda yî. Ez bi dengê çivîkekê bi xwe hesîyam. Aheng di guhê min de deng vedide, wek baran û xunava nîvê şevê dibare. Ez mişextî yê welatekî qedexe me. Ez vêga erd nîgariyeke ku helbesta wê hatiye qetilkirin. Her car bêhna mirinê tê. Ez êdî ji mirinê têr û westiya me. Î şev xewn, xeyalên min şikestin e. Çermê laşê min cuda ye, canê min di tengahiyê deye. Gelo ma mirov li erdê dişewite? Dema ku laşê min dişewite, laşê min sar e. Xebera peyvên zirav di tenêtiya min de belav dibe. Gelo kî dizane min di tariya şevê de Min çend qêrîn, hewar kiriye? Êdî guhên min nabihîzin. Canê min bi giraniya bûyîna dinê diperçiqe. Ew dawiya hemû rêyan bû. Dengek di hundurê min de derbas dibû. Digot: neçe bimîne, neçe bimîne! Bêdeng bûm, bêdeng kirim. Niha ziman lal e, guh kerr e, çav kor e, laş westiyayî ye! Seyda Mêrdînî 28//12//2017.

BIŞAVTIN

Resim
BIŞAVTIN .... L' Kurdistana delal agir dibare Zulm û zor qedexe li ser zare Ziman biyanî me kir tarûmare Nameşe ziman çewt û xware Bişavtin bûyîn ziman dikuje Dil birîndar dike xwîn jê dirije Zimanê me diqede mejî dirize Ev bişavtina ha kurdan dikuje Ziman helî ya çi sûc û sebeb Li me hatin hev bi kîn û kereb Taybetî Bakûr bûye wek eceb Zar dimire bi şorê tirkî û ereb  Ger em zimanê xwe bikin geş Dê bibe rohnî ewan şevên reş Temen tev bidin xebatê xweş Dê rizgar bin ji wan ewrên reş Gelî xwişk û bira min j'we hêvî Ev xebatek pîroze bi roj û şevî Têne me êrişê ajalên pez kovî Gur û wawîkê gel keftar û rovî Laşê me xwarin ewan roviyan Li derûdor nema cihê hêviyan Ziman ê Kurdî tev bûye ziyan Ê dî li gundan zar nakin jiyan Seyda Mêrdînî 07.11.2021