XALÊ HECÎ NÛRÎ
انا لله وانا اليه راجعون 🥲🤲
XALÊ HECÎ NÛRÎ ....
Xalê hecî Nûrî hevlekbû
Gelek hêja û delalek bû
Ji hogiran re şepalekbû
Ya Reb li bike rehmet ê
Welatparêz û perwerbû
Gelek mêr û bi cegerbû
B'gundiyê xwe bawerbû
Ya Reb lê bike rehmet ê
Bi qedir şînas û hêjabû
L' şar û bajar û gundabû
Li daw û şah û bendabû
Ya Reb lê bike rehmet ê
Me bawerî pir pê hebû
Xwarî gel wî, qe tinebû
Pir durist û yek parçebû
Ya Reb lê bike rehmet ê
Te sistayî qebûl ne dikir
Kar û xebat te zêde dikir
Ji gundiyan re rê vedikir
Ya Reb lê bike rehmet ê
Keder û xem te kom kirî
Li me dom bar giran kirî
Pir heyf û pir melûm kirî
Ya Reb lê bike rehmet ê
Lerz û tevger bi mêranî
Te wezin dida her însanî
Te bawerî bi lerzê di anî
Ya Reb lê bike rehmet ê
Xweda l'Nûrî neke pirsî
Ji Mêrdîn ta erş û kursî
Ji xwe ez dinav wê tirsî
Ya Reb lê bike rehmet ê
Pirsa bin wê qebra tarî
Ew nezanên xwelî serî
Ji ber wê derd û kederî
Ya Reb lê bike rehmet ê
Gora tarî ji wî re mekan
Neçar li wê di bin sekan
Mûnkîr, nekîr û melekan
Ya Reb lê bike rehmet ê
Emel ji bo mirov hevale
Mirov çi bike ew li bale
Fikar ji bo wê erx û çale
Ya Reb lê bike rehmetê
Li qîyamet ê li ser pir ê
Dema çav da wî agir ê
Bê fêde çare w berger ê
Ya Reb lê bike rehmet ê
Ew nexweşî te ji ku anî
Kê da bû te kes nizanî
Xeftek hedar ji mer anî
Ya Reb lê bike rehmet ê
Ti çû xatir j'me nexwestî
Ji ber vê êşê neda destî
Kê ew didît wî dixwestî
Ya Reb lê bike rehmet ê
Emê çewa te ji bîr bikin
Şemzên biçûk j'şîr vekin
Pir gazind û qîr qîr dikin
Ya Reb lê bike rehmet ê
Emê kengî te j'dil derxin
Dil tije sarinc, bîr û erxin
Emê çilo hevdu li berxin
Ya Reb lê bike rehmet ê
Xweda rehma xwe lêbikî
Gora wî ji
mermer çêbikî
Wek daxwaza wî pêr bikî
Ya Reb lê bike rehmet ê
S Mêrdînî 03//10//2022
Yorumlar
Yorum Gönder