WESTÎYA ME ....
WESTÎYA ME ....
Demên winda yî.
Ez bi dengê
çivîkekê bi xwe
hesîyam.
Aheng di guhê
min de deng
vedide, wek
baran û xunava
nîvê şevê dibare.
Ez mişextî yê
welatekî
qedexe me.
Ez vêga erd
nîgariyeke ku
helbesta wê
hatiye qetilkirin.
Her car bêhna
mirinê tê.
Ez êdî ji mirinê
têr û westiya me.
Î şev xewn,
xeyalên min
şikestin e.
Çermê laşê
min cuda ye,
canê min di
tengahiyê deye.
Gelo ma mirov
li erdê dişewite?
Dema ku laşê
min dişewite,
laşê min sar e.
Xebera peyvên
zirav di tenêtiya
min de belav dibe.
Gelo kî dizane min
di tariya şevê de
Min çend qêrîn,
hewar kiriye?
Êdî guhên min
nabihîzin.
Canê min bi
giraniya bûyîna
dinê diperçiqe.
Ew dawiya
hemû rêyan bû.
Dengek di
hundurê min de
derbas dibû.
Digot: neçe bimîne,
neçe bimîne!
Bêdeng bûm,
bêdeng kirim.
Niha ziman lal e,
guh kerr e, çav kor e,
laş westiyayî ye!
Seyda Mêrdînî
28//12//2017.
Yorumlar
Yorum Gönder