BIŞAVTIN



BIŞAVTIN ....

L' Kurdistana delal agir dibare

Zulm û zor qedexe li ser zare

Ziman biyanî me kir tarûmare

Nameşe ziman çewt û xware


Bişavtin bûyîn ziman dikuje

Dil birîndar dike xwîn jê dirije

Zimanê me diqede mejî dirize

Ev bişavtina ha kurdan dikuje


Ziman helî ya çi sûc û sebeb

Li me hatin hev bi kîn û kereb

Taybetî Bakûr bûye wek eceb

Zar dimire bi şorê tirkî û ereb 


Ger em zimanê xwe bikin geş

Dê bibe rohnî ewan şevên reş

Temen tev bidin xebatê xweş

Dê rizgar bin ji wan ewrên reş


Gelî xwişk û bira min j'we hêvî

Ev xebatek pîroze bi roj û şevî

Têne me êrişê ajalên pez kovî

Gur û wawîkê gel keftar û rovî


Laşê me xwarin ewan roviyan

Li derûdor nema cihê hêviyan

Ziman ê Kurdî tev bûye ziyan

Ê dî li gundan zar nakin jiyan


Seyda Mêrdînî 07.11.2021




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL